JIN

Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – 1

DEYFE XATUN: Xwerziya Selehattin Eyûbî ye. Li Helebê ji dayîk dibe. Di 25 saliya xwe de ji xanedana Eyûbiyan bi Elzahêr re dizevice. Lê piştî 7 sal şûn de hewserê wê dimire û Deyfe Xatûn bi cihê wî dibe rêvebira Helebê.

10 sal rêveberiya Helebê dike. Kurê wê 17 di saliya xwe de rêveberiyê dewir digire. Lê ji ber ku di 24 saliya xwe de dimire, Deyfa Xatun cardin dibe rêvebira Helebê û şeş salên din Helebê birêve dibe.

Li hember êrişên Moxolan berxwedaniyek pir mezin dide. Bi dehan caran bi artêşa xwe li hember êrişên Moxolan serdikeve.

Deyfe Xatun piştî serkeftinên xwe yên di şer de, li Helebê dibistanek bi navê Fîrdewsî ku nivîskarê ŞAHNAME’yê ye avadike.

 

MEHÛŞ SENENDECÎ (Sine): Di sedsala 13. de weke jineke helbestvan derdikeve pêş. Di serdema xwe de di wêjeya Kurdî de pir navdare.

Mehûş Senendecî di helbestên xwe de ciheke girîng dide êş û azarên gelê Kurd.

Di dema Mehûş Senendecî de civaka Kurd êşên xwe yên ji sedema Ereba Îslam rûbirû dimînin bi rêya helbestan tînin ser ziman.

Ji xwe îro ji saya hûnera helbestan çand û dîroka gelê Kurd wenda nebûye. Di heman demê de mirov dikare qada wêjeyê bi taybet jî ya helbestvantiyê weke qada tekoşîna jina Kurd jî bi nav bike.

 

RİHAN LORÎSTANÎ: Di sedsala 15. de jiyan kiriye. Jineke tembûrvan û helbestvaneke mezin ya herêma Loristanê ye.

Rihan Lorîstanî di heman demê de jineke rewşenbîr û bijîşk e.

Hunera Rihan Loristanî, hîna jî di nava folklor û hunera Loristanê de zindîbûna xwe diparêze.

 

XATÛNA ZADÎNE: Di sedsala şazdemîn de li Rojhilatê Kurdîstanê Qela Dimdimê keleyek bi nav û deng bûye. Kurd, li hember Ebasiyan di Qela Dimdimê de tekoşînek nav û deng didin.

Ji bona parastina Qela Dimdimê jinên Kurd bi fedakarî û welatparêziyeke mezin têkoşîn dikin. Lê dîsa jî Qela Dimdimê dikeve destên Ebasiyan de.

Dema ku Dimdim dikeve destên Ebasiyan bi sedan jinên Kurd, ji bo nekevin destên dijmin jehr vexwarin û xwe ji dîwarên Qelê de avêtin.

Xatûna Zadîne piştî hevserê wê Mîr Ebdela Xan dimire dibe rêvebera heremê. Piştî ku dibe rêveber bi armanca tolhildana wan jinên ku di Qela Dimdimê de jiyana xwe ji dest dane, bi artêşeke hezar leşkerî ve êrîş dibe ser Qela Dimdimê û Qelê cardin bi dest dixe. Ji artêşa Xatûna Zadîne re hêzên Çengzêrîn dihat gotin. Demeke dirêj rêveberiya herêmê dike.

 

MAH ŞEREF XANİMA KURDİSTANÎ: Jineke Erdelanî ye û li bajarê Sine di sala 1804′ an de ji dayîk dibe. Di sedsala nozdemîn de ango di serdemê serhildanan de jiyan kiriye.

Nivîskar û helbestvaneke navdare. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana edebiyata Îranê bandoreke pir mezin çê dike.

Mah Şeref Xanima Kurdistanî di nava Erdelaniyan bi xwe de bi navê MESTÛRE ERDELANÎ tê naskirin.

Dîvaneke helbestan ya ku ji 20 hezar beytan pêk tê dinivîsîne. Gelek pirtûk û meqale nivîsandiye. Pirtûka wê ya herî navdar bi navê Kurdistana Dîrokî ye.

Yekemîn dîvana wê piştî mirina wê 39 sal şûn de ji milê Farsan bi navê Dîvanî Mah Şeref Xanima Kurdistanî tê çapkirin.

Di pirtûka xwe ya bi navê Kurdistana Dîrokî de ji ciwanên Kurdan re wiha bangavazî dike; Keç û Xortên Kurd binivîsin. Şerê navxweyî û êşa gelê me binivîsin. Destpêkê hîs bikin û pişt re binivîsin. Bila her tişt ji sibê re bimîne. Dagirkerî, talan û şerê îxtîdarê binivîsin. Yek jî ruxmê wana hemûyan qehremantî û evînên tên jiyankirin binivîsin.

 

HATU ŞEHNAZ: Jina begê Erdelanê Helo Xan e. Begê Erdelanê Helo Xan ji bona parastina Erdelan bi Farsan re ketiye nava şer. Hatu Şehnaz dema Helo Xan dişîne cihê şer wiha dibêje:  ez naxwazim xwîna te bikeve ser axê, lê heger tu dê bizanibî ku axa me wê bikeve destên dijmin, wê demê mirin ya herî xweş û pîroze.

Dema ku şer dijwar dibe ji bona alîkariyê HATU ŞEHNAZ ji hemû jinên Erdelanê re bangavaziya tewlîbûna şer dike û wiha dibêje: hemû jinên ciwan bila cilê zilaman xwe bikin û werin cihê şer. Yên ku dixwazin dîl bikevin destên Îraniyan jî bila di malên xwe de bisekinin. Ji bona ku dijmin nezane ew jin in, ji bona wê dibêje hemû cilên zilaman xwe bikin.

Li ser bangavaziya HATU ŞEHNAZ, 500 jinên Kurd bi cilê zilaman, hesp û şûrên xwe ji bona şer amade dibin.

Ew artêşa jinan di bin fermandartiya Hatu Şehnaz de diçe tevlî şer dibe. 3 rojan şereke dijwar tê jiyankirin. Jinên Kurd di bin fermandartiya Hatu Şehnaz de tekoşîneke pir mezin didin. Zilamên Kurd ên ku di cepha şer dene ji wê rewşê hêzeke pir mezin digirin. Û şer bi serkeftina Erdelaniya xilas dibe.

Bi wê awayê Hatu Şehnaz weke yekemîn jina Kurd a fermandar bi nav û deng dibe.

 

XATÛNA EDÎLE: Di sedsala nozdemîn de di herêma Soran de Eşîra Caf bi nav û deng bû. Xatûna Edîle piştî mirina hevserê xwe dibe rêvebera eşîrê. Pazdeh salan rêveberiya vê eşîrê dike.

Xatûna Edîle bi xwe ji bajarê Helebçeyê ye.  Bi kesayeta xwe ya bi hêz li ser heremê bandoreke pir mezin hebû.

Dewleta Îranê û hinek eşîrên Kurd dixwazin XATÛNA EDÎLE bikêşin nava şerê wê demê yê nîjadperest û berjewendîperest.

Lê Xatûna Edîle bi wana re nabe yek. Polîtîka û siyaseteke serbixwe dide meşandin. Ev rêbazê serbixwe ji bo wê demê gelek girînge. Serbixwe tewgerandin hêz û zanebûna Xatûna Edîle diyar dike.

 

FATA REŞ: di sedsala nozdemîn de ango di şerê Osmanî û Rusan de jina Kurd FATA REŞ bi şerkeriya xwe deng vedide.

FATA REŞ serokeşîra Kurdên Mereşê ye. Bi xwe Elewî ye. Bi artêşa xwe ya 300 kesî ve ji Mereşê tê Îstenbolê û tevlî şerê Osmanî û Rûsan dibe.

Rojnameyên Rus, Îngîlîz, Fransî û Almanan hemû li ser şerkeriya wê jina Kurd wiha dinivîsin: “Li ser yekîneyên leşkerî piranî jinên Kurd disekinin û wana di asta fermandariyê de di nava artêşa Tirkan de cihê xwe digirin”.

Dîsa nivîskarê Hollandayî LOBEL di pirtûka xwe ya li ser Tirkiyê de wiha dinivîsîne: Jinên Kurd li gorî jinên din yên rojhilat hê bêtir azadin û weke zilaman egîd in. Mînaka wê ya herî baş jî FATA REŞ e”.

 

MAYAN XATÛN: Di sedsala nozdemîn de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdî ye.Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî ji ber bawariya xwe pê re rûbirû mane tev jê re dibêjin.

Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezin kirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku ji ber zanyariya xwe li hember xwedê serî radike ya rastî ji milê xwedê ve meleka herî zêde tê heskirin e. Ji ber ku xwedê zanyar û azadîxwaz e.

Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêr in. Ji ber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine.

Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan.

Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Di demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire ser xwe.

Bi kesayeta xwe ya bi hêz li ser rêveberên Tirk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin.

Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jina Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike.

 

Wê Bidome…

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close