JIN

Di Destpêkê Dîroka Tevgera Azadiyê De Heya Roja Me Ya Îro Jina Kurd (5)

 

SALA 98 – PRATÎKA YAJK’ Ê

Di wê salê de Botan’ê operasyonên pir dijwar diqewime û wê operasyonê de him asta qomûta de him ji asta şervan de pir şehadet çêdibin. Heval Zinarîn, heval Zelal, heval Nûjin, heval Agirî, heval Cîhan, heval Dilşa û her wiha pir hevalê Jin şehîd dikevin. Di sala 1998 de windahiyên ku çebûn Serokatî nirxandinên; “tarzê ku Zilam qûtnebûyin û nav şer de tevlîbûyinên hestiyarî, tevgere Jinê de şehadet pêş xist” kir.

Di sahê Rojhilata Navîn de konferansa 2. yê YAJK’ e ( 25 Mart 1988 ) çebû û piranî pratikên ku hatine meşandin rê li ber tiplemeyê Jin vekiriye û derbarê tiplemeyê Jinê de dahûrandinên pir kûr çebûne ji ber ku tekoşîna Azadiya Rizgariyê Jinê de xwe re astengiya tîne û xitimandin tê jiyan kirin.

– Tîplemeyê Îdeolojiya Rizgariya Jin Dûr Jiyankirin

– Tîplemeyê Cinsê Xwe Dûr Ketin û Wek Karîkatûrabûyîn

-Tîplemeyê Hestiyar û Apolîtîk

-Tîplemeyê Ferasetên Azadiya Takekes

-Tîplemeyê Azadiya Qabared

-Tîplemeyê Jinên Azad û xeta şehîd Zîlan

DANEZANA ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JIN

Îdeolojiya Rizgariya Jin Serok Apo sala 1998′ an de li ser televizyonê danezan kir. Di cara yêkem Serokati Konferansa 2. yê YAJK’ e de behsa mijara Îdeolojiya Rizgariya Jin kir. Dema Serok amadekariya Îdeolojiya Rizgariya Jinê dikir pênaseye çetecîtiya çaran kir û li ser giringiya Îdeolojiya Rizgariya Jinê sekinî. Ji bo îdeolojiya Rizgariya Jinê hewldanên ku Serok Apo kir disa her wiha hemberê hewldanên Serok, dijî fikre Serok pir nezîkahî derketin holê. Nezîkahiyên ku derketin holê ji xwe îdeolojiya me heyê îdeolojiya dûyemîm pewîst nake û hemberî îdeolojiya jinê û fikre Serok nezîkatiyên birêzê derketin. Ji ber van ferasetên çetegerî Serok Apo ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê re penaseyê cewherê tevgera azadiyê ye got û li ser wê esasê gavek ji bo rizgariyê jinê avêt. Armanc û xwesteka Serok Apo Jin hertim zilamekî re girêdayiye û li gor vana hertim dimeşe, xwe nasnake û ji ber van sedeman îdeolojiya jinê, kur kirina rexistinê jinê wek pewistiya an û av dit. Ji bo newekheviya civaka çînê û serdest, kes û civak, kes û xweza û ji bo  newekheviya cînsa holê rake Îdeolojiya Rizgariya Jinê pêşxist. Serok Apo ji bo Îdeolojiya rizgariya Jinê “ne tenê Îdeolojiya cînse, Îdeolojiya civakêye” got ji ber van sedeman Jin û civak hevdire tekîldar kir.

ÇALAKIYA HEVAL SEMA

Heval Sema çalakiya xwe 21 Adarê 1998’an de pektîne û 17 hezîranê şehîd dikeve. Serok Apo Ji bo şehîd Sema pênaseya “pêşeng û heta Îdeolojiya Rizgariya Jinê û rexistinê ye” kir. Ji ber wê ji diroka hezaran kes bi sekne xwere matmayî hişt û bandor kir. Ji ber ku jiyanê heval Sema, seknê wê, tevlîbûyîna wê û çalakiya ku pekanî heval Fîkrî Baygeldî heval Sema bandor dibe û çalakîya Jinê de merhaleyeke pir giring û bi wateye dibeje. Heval Sema seknê ku girtigehê de nişanda û canê xwe da li ber agirê û çalakiyeke fedaiyanê kir; hemberê zilam tekoşîn kirin, zilam re sitû netevandin, di heta Rizgariya Jin de meşandi de ji bo îdeolojiya Rizgariya jinê re pêşengtiyeke pir piroz kir. Çalekiyê ku heval Sema pêşxist û bi fedaiyanê gihîşt şehadete û xwe pektînê. Ji bo heval Fîkrî Baygeldî Serok Apo dibeje ku” Zilamên ku meşa Komutanê Jinên Kurd dike” û kesayêtên ku xwera bejin esker û milatan gerek heval Fîkrî Baygeldî minak bigrin û hertim iyanê xwe de seknê wê bidin jiyan kirin.

PARTÎBÛYÎNA JIN

Serokatî partîbûyîna Jin sala 1998 meha îlonê xist rojevê û li ser partîbûn û çima partîbûn wê astê de giringe bi kêlî kêlî dahûrandinên kûr li ser çekir. Ji bo jin him rêxistinê xwe û partîbûyîna xwe xort bike û pêş bixe perspektifên kur û pratîkê de mîjarên ku astengî çekirine minakên vana re sedemên partîbûyînê vedikir. Ji bo kes nikari be mûdaxeleyê Jin bike û Jin bikari be bi xwe bi bîryarê xwe bide, Jin bin siya zilam xilaske Partîbûyîn da pêşî hevalê Jin.

KONGREYA PARTIYÊ YA 6.

Dema Serok Romayê bû kongreya partiya 6. hat çekirin. Bi dawiyê kongreyê, esaretê Serok pêkhat û esareta Serok pir xort neket pevajoyê, hin cih de  lewaztî derket û hevalê Jin ji wê mijarê de rista xwe pir neliyistin û pasif man. Ji ber ku kongre de li ser komplo niqaş û çawa gerek nezbûyîn çêbe çenebû, tenê komplo temaşekirin derket hole kongre armancên ku dabû pêşîya xwe nikari bû çalak tevbigere. Di Kongreya 6. de 72 hevalê Jin tevlîbûn. Di dema amedekariya kongre de 5 kes tê girtin ( doktor Sûleyman, Helîn, K. Zekî, Haydar, Sakîne)

Di wê kongre de biryarên ku hatin girtin; biryaren ku tê girtin an ji giştî mijar bin kontrola Serok de be, axaftinê dawî ya Serokatiye, strateji û siyaset li gor pivanên Tevgera Azadi be, avakirina PJKK û huquqa wê ya rexistinê hat diyar kirin, 6 meha carekê ji bo Tevgera Azadi raporê agahtar kirine were nivisandin.

KONGREYA 2. YE YAJK – DANEZAN KIRINA PJKK

Di kongreya 2. ye YAJK’e, di sala 99 navberê 2 Adar’ ê – 11 Adar’ ê pêkhat. We kongreya 2. de, biryara avakirina PJKK hat dayîn. Piştî kongre, navbera tevgera giştî û tevgera Jinê de nakokiyên pir kûr çebûn.

   PEVAJOYA KONGREYA 7. DE REWŞA JINÊ

Pevajoya kongreya 7. de vîna Jin hat şikandin û Jin beranberî nezîkahiyên bê demoqrat û bê edalet re rû bi rû man. Di wê serdemê de 19 hevalê Jin pevajoyê lepirsinê de hatin derbaskirin. Di kongreya 7. de tevgerê Jin, bê çareserî û bê îdda tevlîbûyîn çedike û piştê kongreye Jin de Liberalîzm û bê têkoşînbûyîn pêş dikeve. Ji bo kongreye 7. reflekse tevgerê Jin kêm û lewaz bû. Tevgerê Jin kongre de piranî nezîkahiyên pir hestiyarê nez bûyin û ne kûrbûyîna rexistinbûyînê re, xwe re rê li ber kemahiyan vekir.

KONGREYA JINÊ A 3. YE PJA ( 12 COTMEH 2009 )

Di dema Serokatî behsa pevajoya stratejiya nû kir, avakirina PJA destpêkir. Avakirina PJA ji bo stratejiya nû bû bersiv û him guhertina nav him ji guhertina strateji pevajoye de ristek mezin leyist ji ber ku PJA, îdeolojiyeke gerdûniye û humanîste.

Wê kongreya 3. de li ser lîberalîzm, fikarê takekestî, dogmatîzm û her wiha mijarên ku xwe de pêş niqaşên berfireh hatin çekirin û biryar hatin girtin.

Wê pevajoye de Serokatî nirxandinên pir girîng û perspektîfên li ser esasê partîbûyina Jin dahûrandinan çekir. Serokati wê pevajoyê de Ji bo hevalê Jin” zilam her ku biçe ê aciz bibe,  we qebûl nake û zû zû deshilatariya xwe bernade ji bo serdest bibe çi deste wê de were ê bike” got û li ser van pirsgirêkan gerek çawa were sekinandin perspektîfan da.

KONGREYA 4. A JINÊ

Kongreya Jin a yê 4. de armanca herî destpêke, jiyanake azad de israr kirine. Wê kongre de nîqaşên ji bo têkoşîna reforma sosyal pir berfireh pêş ket. Wê pevajoyê de Paraznemayê Serok gihîştî bû dest hevala û pareznameya AÎHM li ser kongreyê bandoreke erenî avakir û kombûyinek asta jor de hat jiyan kirin. Di kongrê de cara yêkem biryara, giştî bajara de xebatên Jinan kûderê hatibe meşandin ferq nake û direkt girêdayê PJA hat girtin û ev biryar 2003′ de ket pratikê. Kongreya 4. re tevlîbûyina hevalê xort çebû le tenê mile guhdarkirine de tevlî kongre bûn û ji bo hevalê xort rexistinkirina perwerdeyên xweser biryar hat girtin.

KONFERANSA 4. A JINÊ

Di 2003 de pevajoya ku paraznameya Atina hati bû û kongre van deman de çebû lê rojeva konferansê ne li gor Paraznameya Atina bû.Pevajoyeke bi wê avahî beriya konferansa Kongre Gel, konferans hatiye lidarxisitin. Nezîkahiyên projeya reforma sosyal re hat nîqaş kirin lê pir encam derneket û li ser pivanên azadiyê û seknê niqaş pêş ketine.

KONGREYA KONGRA GEL Û HEMLAYÊ TASFIYECIYA

Di wê kongrede hedefe tasfiyeciya Serokatî, manevî seroktî derxin û rista Serok holê rakin bû. Di van pevajoyan de, tecrita li ser Serokatî hati bû giran kirin ji ber tecrit pir giran bibû gerek biryara şer bihata dayîn lê biryara reforma sosyal hat girtin. Tasfiyegeriye re Serokatî navberê 2002 – 2004 wek bersîv Paraznameya Parastina Gelekê derxist û mûdaxele kir.

KONGREYA 5. A PJA

Li gor paraznameya Parastina Gelekê, tevgera Jin gerek xwe nû da ava bike û li gor pevajoyê pêşketinên rexistinê û ideolojik pêş bixe. Di wê kongreda şiara ” biryarbûyîna heta Serokati û xwe nû da avakirin” re pevajoyekê nû destpekirin esas hat girtin. Di kongreya 5. de konferansa 4. ye PJA wek pevajoyê derketin û berovajî kirin hat nirxandin.

PERGALA KJB – XWE NÛ DA AVAKIRINA TEVGERA JIN – SALA 2004

Di sala 2005 meha 20′ e Avrel’e pergala KJB hat avakirin û KJB wek rexistina herî jor hat diyarkirin. Serokati 2004 perspektîfê, Jina Azad kêye, gerek çawa biji û li ser van mijara gerek pirtûkekê li ser diroka Jin were derxisitin da.

KONGREYA PAJK YÊ 6.

Kongreya PAJK’ e Bihara 2006 hat çekirin. Di heta ku Peyman û Sewra daye meşandin hate mehkûm kirin û rêka rast kijane û gerek çawa be niqaşên kûr li ser hatin çekirin.Di kongre de biryara hevalê xort perwerdeyê xweser bibinîn hat girtin.

      KONGREYA PAJK YÊ 7.

Di sala 2008 hat çekirin. Di kongreda biryara hemleya partîbûyînê hat dayîn û giştî qadan de konîteyên partî hat avakirin.

KONGREYA PAJK YÊ 9.

Kongreya PAJK sala 2014 hat çekirin û komkûjiya ku Şengalê pêk hati bû van deman de kongre dihat çekirin. Serokati van deman de him qewrama çanda tecavûze him ji qewrama berdana bê dawî da şixulandin. Li ser van bingehan van deman de qewramên ku serokatî li ser dahûrandin û perspektif çekir nîqaşên berfireh li ser hat meşandin.

XILASS…

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close