JIN

Di Destpêkê Dîroka Tevgera Azadiyê De Heya Roja Me Ya Îro Jina Kurd (4)

SERHILDANA JINA Û SALA 90’Ê REWŞA JIN
Di sala 1988¬ -89 zomê Botanê de, ji Jina re civîn hatine lidarxistin. Di destpekê tevlîbûyîna Jinên Botanê de, heval Berîvan risteke pir mezin leyîstiye. Di Botanê de peşketinên welatparezî de rista heval Berîvan ber bi çav bû. Piştî saha Serokatî derket û derketinê re serkeftinên bî wê avahî dest xist. Çûyîna Botanê, hemberê kesayetê Botan re an ji gîştî nezikatî re, mudaxeleyeke li ser esase azadiyê Jinê bû. Bajarê Cizîr peşengtiyê Jinê re ketiye nav tekoşinê de. Heval Berivan (Binevş Egal), zimanê wê pir dihat fêhm kirin, uslup û hîtabeta wê mirova dikşan nav rexistinê. Heval Berîvan, xweşikbûyina xwezayiya Kurdistanê re matmayî bibû. Heval Binevş Egal 89′ an Cizîrê şehît dikeve. Heval Binevş, sembolê tekoşîna netewan bû û şehadeta wê him ji bo tekoşîna Jinê him jî ji bo azadiya gelan pevajoyekê nû da destpê kirin. Biranîna şehadeta heval Binevş û merasîmên ji bo heval Binevş çebûn zivirî serhildana û ji ber wê ji Cizêrê de bi wê avahî serhildan destpêkir. Vesîleyê peşxistina serhildanên gel û şikandina erîşên zilam li ser jinê de heval Binevş mîratek ji bo cîhanê hişt. Serhildanên destpekê Nusaybîn û Cizîr destpê kir û ji ber şehadetên Mardînê de ji çebûn serhildan him giştî Kurdistan belav bû him ji berxwedanî û serhildan pir mezin bûn. Tevlîbûyîna Jinan nav Tevgerê Azadiyê re 89′ an şûn ve serhildana de pir diyarker bû û Jin peşêngti serhildanan re kirine. Di van salan de li ser pirskirêka Jin pir nîqaş çebûne û kûrbûyîn her çûye asta dahûrandinan bilind kiriye. Ji ber ku tevlîbûyina Jinan sala 90′ an de pir zêde bûyê ev ji hiştiye kû li ser pirskirêka Jin hin zedetir sekinandin çebibe.
BERIYA ARTÊŞBÛYÎNÊ, 89 – 93′ AN PEVAJOYA AMADEKARIYAN
Di van serdeman de tevlîbûyîna Jinan zêdebûye.Tevlîbûn ji ber ku sala 90′ an de dewlet katliam zêde kiribû û mala gûndiyan dişewitan pir zêde bibû( navbera 84- 90). Nav tevgerê Azadî de destpeka 90′ an de şehadete hevalê Jin pir çêbûn. Gelek Hevalê Jin ji bo rizgarkirina Jin û azadiya civak bedelên pir giran û baha dan.
HEVAL MIZGÎN
Di nav xebatên Ewrûpa, karê rexistinkirinê da meşandin . Dema heval Mizgîn karê Ewrûpa dimeşand, karê hûner û çandê de ji ciyê xwe girtiye. Di avakirina Hûnerkomê de ked daye. Heval Mizgîn, 88’an de disa dizvire Lûbnanê û piştre ji vesazîya wê eyaleta Mardîne çedibe. Heval Mizgîn, wek Komutanê Eyaletê diçe û wek hevalê Jin cara yekem asta komutanê Eyaletê ciyê xwe nav rexistinê de digre. Serokatî Heval Mizgîn wê aste da erkdar kir ji ber ku xwest mûdaxelaya çetecîtiye ku ciyê pêşketi bû bike. Heval Mizgîn wek berpirsyarî Mardînê tevlî kongreya 4. ya PKK bû. Ji bo pratîkê Mardînê rexneyên ku hatine heval Mizgîn wek rexnedayin nez dibe û bi biryarek hin xorttir tevlî pevajoyê dibe. Piştî kongre xilas dibe vesaziya wê Eyaletê Garzan çedibe. Heval Mizgîn sala 91′ an de derbasî Garzan dibe û 11 Gûlanê sala 1991′ de Tatvan’ e mala ku dimîne dijmin li ser digre û vir şehîd dikeve. Piştî Şehadeta Heval Mizgîn, li Garzanê navê yekîniyê ji bo bîranîna wê dibe yekîna Şehît Mizgîn.
Wê pevajoyê, dema Konferansa Texta Reşê çedibe wek delege 3 hevalê Jin tevlê konferansê dibin. Di cîhe kongrê de 20 hevalê Jin hene. Tevlîbûyînên zêde, hişt ku dahûrandinên Serokatî li gor berê zêdetir be. Serokatî, piştî 1991 dahûrandinên li ser Jin zêde kir û ji bo Jin bikaribin kongreya xwe li darbixin bingehîna kongre avakir. Sala 91- 92 -93 bingehîna şertên artaşbûyinê Jin hatiye avêtin. Ji ber kû tevlîbûyînên zêde xwere pirskirêkên cur be cûr aniye, tevlîbûyînê Jin hatiye sekinandin. Pirskirêk ne Jin nikare bike, potansîyelê ku Jin de heye rast nayê şixûlandin û aktifkirin de lawaztî derdikevin holê. Ji ber van sedeman tevlîbûyîna Jin hatiye sekinandin. Ji ber ku artêşbûyîna Jin nehatibû fêhmkirin, xwere belavbûyîn û zehmetî dida avakirin. Di navberê 89 -93′ an de Botanê yekîneyên hevalê Jin wek taxim avabûne û li ser esasê talîmatê Serokatî yekîneya taximê hevalê Jin wek liq(bölük) karê xwe dane meşandin. Di her heremekê de liqê hevalê Jin cîhê xwe girtiye. Beriya ku artêşbûyîna Jin ava bibe amadekariyên pir ciddî hatiye kirin û hevalê Jin gor perspektifê Serokatî liqê xweyê xweser avakirine û wî avahî tevgeriyane. Serokatî van perspektîfê xwere xwestiye hevalê Jin her karê xwe bi xwe bike, pewistiyê van hevalê xort nebe û bikaribin her milê de xwe rêva bibin.
ŞERÊ BAŞÛR A 92’AN Û RASTIYA BERÎTAN
Şerên destpêkê Xakûrkê piştre ji Heftanîn û Zap va berdawam kir. Ji ber wê ji bingeha şerê Başur ava bû. Cara yekem him wek hejmar him ji wek çewayî(nitelik) hevalê Jin tevlî şer bûn. Ferasêtên ku wê serdemê de derketibûn wek kesayetên Zekî dixwastên hevalê Jin bikevin bin serweriya zilam û nikaribin wek Jin tevbigerin, Jin û arteşê Jin xilas bikin. Beramberî wê ferasetê çetecîtî, mînaka efsûnî û dirokî seknê Şehîd Berîtan heye. Heval Berîtan hemberî xeta îxanetê, xeta berxwedaniyê meşandiye. Heval Berîtan tevgera Jinê de remzê pêşengtiya azadiyê kiriye. Di pevajoya arteşbûyîna Jinê de, rista herî mezin leyîstiye. Ji ber teslîmê îxanetê nebûye him Ferhat re ango xeta îxanetê re bersiv bûye û ji ber nekeve destê dijmin heta fîşekê xweyê dawiyê şer kiriye û ji xwe şikêrê de avêtiye. Di seknê heval Berîtan de ji bo serhildanê,berxwedaniyê heta dawî şer kirin derketiye û ev seknê xwe hevalê xwere mîrat hiştiyê.
ŞERÊ BAŞÛR Û CEPHÊ HEFTANÎN
Perspektîfê ku Serokati 1989′ an de dabû, 92′ an de Heftanînê taximekê xweser ya hevalê jin hat rexistinkirin. Hevalê Jin şerê Başur de pir çalak tevgerîyane, cîhê xwe karên cur bi cur de girtine. Hevalê Jin di karê cephanê, lojistik û bingehîna şer amedekirinê de rista xwe leyistine û aktîf tevlî şerê cephê pêş bûne. Di wê serdemê de taxima hevalê Jin him Botanê him ji Heftanînê arteşbûyin û rexistina Jin asta jor de pêş xistin û ev pêşketin ji bo tevgera Jinan pêzanînek(tecrübe) pir giring bû. Tevlîbûyîna Jinan li şerê Başur re hişt ku baweriya ku heyî zêde bibe û Jin hêza xweyê cewherî nas bike.
FERMANDARÊ JIN A MEZIN HEVAL AZÎME;
Di şerê ku Heftanînê de meşandiye rista wê pir diyarkere û pir mezine. Heval Azîme, herema Şehît Berîtan revêberiya cephê de cîhê xwe digre. Heval Azîme hertim parastina xeta felsefeya Rebertî kiriye ji ber wê jî nerînê heval Azîmê hertim bê nîqaş hatiye qebûl kirin. Heval Azîme jiyana xweyê gerîla de bi cesaretê xwe hatiye naskirin û di her kêliyê jiyanê de bi çalak tevgerîya ye. Her wiha kedê Heval Azîme , peşxistina arteşbûyîna Jin û dîrokê de pir çebûye.
ENCAMÊ ŞERÊN BAŞÛR XWERE ÇI ANÎ?
Di heya şerê Başûr ji pirskirêka Jinê, xwe îspatkirinê hebû lê piştî hevalê Jin tevlî şerê Başûr bûn pirskirêka xwe îspatkirinê holê rabû. Bingehîna Artêşbûyîna Jin esasî li şerê Başûr vê çebû û hat avakirin. Rigmê ku heza Jin nû bû le pir çalak tevlî pevojoyê bûn. Nerînên zilaman ku Jin nikare şer bike şerê Başûr re hat şikandin û rastî derket holê. Di Başûr de şerê ku hevalê Jin kirine, di şexsê heval Berîtan de asta fermandartî de hat meşandin.
BERÎYA ARTÊŞBÛYÎNA JIN NÊZÎKAHÎYÊN ZILAMAN HEVALÊN JIN RE
Heya 93′ ê tevgerê Jinê re nêzîkahiyê xwe bi 3 renga da pêş. Di şexsê Şemdîn de “Jin arteşê de nikare bike ango Jin nikare şer bike” derket û taybet ji Kongreya ku Zelê de çebû, wê kongrê de nerînên xwe wek 30 pel nivîsandi bû û peşkeşî kongre kiri bû. Di wê kongrê de nerînên ku derketi bû hevalê Jin qebûl nekirin lê nerînên ku Şemdin ava kiribû hevalê Jin pir ji dahûrandinên kur li ser çêne kirin. Ji ber ku kongreyê Zelê xeta ku Şemdin pêşxisti bû de hat çekirin, kongreda Pewîstiyê Jin nav artêşê de nîne le dikare cepheyên paş de bimîne û kelêke wê de kongre de nîqaşên sosyal reform û zewacê ji xwestin bixin merîyetê. Bi wê ferasete re di xwestin Jinê klasik û geleneksel bidin meşandin û li ser Jin serweriya xwe berdewam bikin. Kêleke van 2 ferasetan, ferasete ku Botan ava kiribu ji hebû. Botan ji digot: “Jin dikare şer bike, wek zilama dikare biçe herî cephêyê pêş ji, Jin ji wek zilamayê ferq û cudabûyîna vana nine.” Ev nerîn re Jinê şibandina zilam dike û cewhera Jinê holê radike û Jin dike zilam.
PRATIKA JIN A ZELÊ – KONGREYA TAJK
Di piştî şerê Başur armanca pirskirêka Jin, Azadî û tekoşînê çareser bikin û rexistinbûyina Jin kûr bikin, tevlîbûyina 500 hevalê Jin re di zelê de kongre pekhat. Wê kongre de Ferhat xwest kongre bin sîvana hevalê xort de pêk were û bin kontrola xwe de xwest xeta Serok Apo vala derxe û Jina kolê bide jiyan kirin ji ber wê ji Serokatî kongreya TAJK’ e qebûl nekir. Nêzîkahîyên ku kongrê de pêş ketin Serok Apo 93 – 94 li ser dahûrandinan çekir û hemberî Ferhat nezîkahîyên milê hevalên Jin de derketine rexne kir û got belkî birayemin be lê zilameke û li ser esase xeta Azadiya Jine, şîrove kir û dahûrandinên kûr li ser çekir. Pratika Zelê de Ferhat dixwaze ferasete xwe bide jiyan kirin û hevalê Jin, yê ku amadene dibin 2 beş. Ji beşek hevalê Jin xeta Serokatî de dimeşin û dahûrandinên ku li ser azadî û têkoşinê Jine pêş bixin kar dikin û milê din de ji yê ku dixwaze yekîtiya Jinan xira bike û li ser esase gotinên Ferhat gave xwe diavejin. Ji ber ku Ferhat dixwast Jin wek wê bin hinek Jinan ber xwede kişandi bû û wek xwe kiribu. Îxanetê ku Serok re dikir, dixwest wê îxanetê Zelê de jî pêş bîxe û dahûrandinên ku Serokatî ji bo hevalê Jin dişand nedida hevalê Jin ji ber ku ne dixwast perspektîfên ku Serokatî dide bigihîje hevala, Ferhat dixwast wek Serok ev bi xwe be û bi xwe were guhdar kirin. Rastiya pratika Zelê de teslîmiyeta vîna Jin dihat jiyan kirin. Serok li ser esasê taybet ji bo hevalê Jin perwerde bike grubek hevalê Jin dişîne Zelê û Ferhat van hevala ji bi bandor dike, nahêle ku heval asta ku Serokati şandiye rista xwe bileyizin. Di rewşa ku hatiye jiyan kirin Serokatî fêhm dike û nezîkê 10 -15 hevalê Jin dikşîne saha xwe û perwerde dike piştre ji disa ji bo kar û xebata xwe berdewam bikin hevala dişîne li ser kar. Heval Zehra, Sterk Amed, Sakine Varto û her wiha hevalê dinê ji bo li ser esase dijî heta Ferhat perwerde dike. Piştî wê pevajoyê Serokati peşniyarê kongreyeke li Ewrupa de were çekirin kir û di piştî pêşniyarê Serokatî kongre di tevlibûyîna 2000 hevalê Jin re Ewrupayê pekhat. Di wê kongre de biryara YWJK nave xwe bike TAJK hate dayîn.

SALA 1995 – PEVAJOYA REXISTINBÛYÎNA YAJK
Kongreya yekemîn ye YAJK navberê 8 – 18 Adarê 1995′ an çêbû. Di wê kongreyê de 450 delege amadebûn. Di kongreya yekemîn de biryaren girîng hat girtin û rexistana Jin edê di navê YAJK re xwe bi rexistin kir. Wê kongre de nasnemayê YAJK’ e pêş ket. Wê kongre de care yekem asta rêveberî de Navend hat hilbijartin û diyar kirin. Di kongreya YAJK’ ê de Jin cara yêkem vîna xwe re rêveberiya xwe, bi xwe bi xwe hilbijart. Di kongre de biryarên ku hatin girtin asta rexistinbûyina Jin de kurbûyin ava kir û lawaztiyên ku derdiketin kombûyînek xwe re anî ji ber ku Serokatî ji bo YAJK û girîngiya YAJK bide fêmh kirin ” YAJK, Jinê de pêşketinên ku kolektivizm ava bike û hêza Jinê derxe holê “gotiye. Di kongreya YAJK’ ê de biryare YAJK bi direkt girêdayê Serokatiye, karên civakê de kadroyên YAJK’ e peşxistin, diyarkirina pivanên red – qebûl,pêşxistina perwerdeyên xweser, giştî karê tevgerê de bi rexistinkirî tevgerandin û nasnemaye Jin de zelalbûyîn avakirin hat girtin.
PÎVANÊN YAJK’ E
1-Heya dawiyê axa xwere giredanmayîn, devjê axa xwe bernedan, welatparêzê de pêşengiyê YAJK kirin.
2-YAJK,devjêbernedana rastiya şere.
3-YAJK, hêza tevgera Azadiyê ye.
4-YAJK, amûrekê tolhildanêye ji ber ku ji bo paşverûtiya giştî taybet paşverûtiya zilam re şer dike.
5-YAJK, amûrê xweşikbûyinê hemberê kiretiyê ye.
6-YAJK, hez kirina rast e.
HEDEF Û ARMANCÊN YAJK’ E
1-Hêza rexistinbûyîna Jin derxistina holê,
2-Jinê; fizîkî, rûhî û fikrî perwerde kirin,
3-Di hemberî paşverûtiya têkoşîn kirin,
4-Di gûhertina civakê de ristekê diyarkêr leyistin,
5-Pivanên red û qebûl pêş xistin,
6-Zilam kişandina jiyaneke azad,
7-Pêşxistina zanistiya cins û hezkirin
1996 – PRATÎKA YAJK
Di van sala de navenda YAJK’ ê Zap’ ê ye. Di zivistanê 500 heval tevlî perwerde dibin û 200 hevalê Jin perwerde de amade dibin. Perwerde de berpirsyarê hevalê Jin heval Zeynep’ e. Di pevajoya zivistanê de, şerê deshilatiya Jin û zilam pir pêş ketiye ji ber van sedeman di vê zivistanê de tasfiye hatiye jiyan kirin.Di kêlekê wê pevajoya tasfiye de, pêşengên wek Heval Zilan, Heval Bermal û Heval Rewşen derketine. Di salê 96 him pirsgirêkên rexistin – tevger him ji Jinên ku zilam re lihev dikin hatin lekolin kirin û girêdayê tasfiyêya Zap’ e li ser Jin û zilam nirxandinên pir kur çebûne. Di sala 96 pratika ku Zekî meşandiye bi temamî Jinê re nezîkahiyên rêzê, biçuk û hemberî Jinê, ne li gor pivanê Azadiya Jinê nêz bûye. Zekî pratika xweyê 96′ an de Neval dikşinê gel xwe, Neval û Zekî lihevdikin. Ji ber ku Neval ji wek Zekî nêz dibe û dixwaze deshilatiya xwe ser Jinê bike taybetmendiyê Zekî li ser xwe digre. Di pratika navenda YAJK’ e de, pratîkê ku hatiye meşandin wek pratika tasfîyê hatiye nirxandin û kêleka pratika tasfiye hemberî xeta tasfiye, heta berxwedaniya Şehid Zilan heye.
Di wê salê de 1. Kongreya YAJK’ e çebû. Kongreya YAJK navberê 30 Adar – 15 Avrêl 96′ an de Zap’ e pêkhat. Di wê kongre de pratika ku YAJK daye meşandin li ser nirxandin pir kur çebû û mijara xwe şibandina zilam, pirskirêka rexistinbûyin, rista Jinê şer de çiyê û çawa tevgerkirinek gerek çebê û zilam re lihevkirin mijarên ku nirxandin li ser çebûne. Ji ber pratikên ku hatinê meşandin Serokatî qewram û dahûrandinê ” Kûştina Zilam” pêş dixe. Di kûştina Zilam de Serokati dixwaze, zilamên klasik de gûhertin û vegûhertin çebike wê re girêdayê zilamên azad ava bike. Ji bo wê ji Serokatî dema li ser cîhazê hevalê Jin re diaxife cara yekemîn behsa YAZK’ e ( Yekîtiya Azadiyê Zilamên Kurdistan) dike.
SALA 97 – PRATÎKA YAJK
Di wê deme de operasyonên pir giran ( 14 Gûlan ) çedibe û şehadetên pir giran û baha tê jiyan kirin. Heval Zinarîn, heval Zeynep û heval Canda û her wiha pir hevalê Jin wê operasyonê de şehîd dikevin. Di wê pratîkê de him Jiyanê him ji şer de Jin dikeve bin serweriya zilam û Jin dû bêş dibin. Kêleke van pirskirêka, pirskirêkê qomûta ji tê jiyan kirin û qomûtan tevlî şervanê xwe nabe, pir jor de dimîne û ev ji dihêle ku nakoki nav hevala de çebibe.
Di wê salê de navenda YAJK’ e cara yekêm Başûr tê vekirin û pirskirêkên wekhev li wir ji berdewam dike û ji bo wê ji Serokatî nirxandinê “Başûr de vîna Jin hat şikandin” dike. Ji ber van pirskirêkan Serokati dahûrandinan çedike û nezikahiyan tehlîl dike. Ji bo zanistiya cins û hêzkirin pêş bikeve û ji ber pratikê ku hatine meşandin Serokati teoriya qûtbûyînê pêş dixe.
TEORIYA QÛTBÛYÎNÊ
Qûtbûyîn gerek li ser esasê îdeolojiyê were meşandin. Teoriya qûtbûyînê de Jin hêza xweya cewherî, vîn û hêzkirinê xwe Jin re gerek derxe pêş û zanistiya cins de kûr bibe. Teoriya qûtbûyînê îlke û pivanên stratejikên ji bo teoriya qutbûyînê pêş bikeve pivanên red – qebûl gerek hebin û ne têne qûtbûyina zilam giştî nezîkahiyên dewlet û ferasete zilam xwe xilas kirin e. WÊ BIDOME.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close