
Ji min nepirse heval
Ji ber ev birînên min ketine nava xemgîniyekê
Ev in, êş û keserên min
Xwe ji nû ve
Di welatê min de dane der
De bişkîne heval
De bişkîne wê benda xemgîniyê
Ew roja tarîtiyê
De bişkîne.
Na heval!
Lê ev roj ne roja taritiyê ye
Ev roj
Roja serkeftin û mizgîniyê ye.
Belê heval!
Ew roj
Roja serxwebûn û azadiyê ye
Ew roj
Roja nexşa li ser rûpela dîrokê ye.
Lê ew kesên xwînxwar û zordar
Xwestin wî gelî ji dîrokê bihêlin bê par.
Lê ew pêşengên xwedî raman û evîndar
Nehîştin pelek ji dara te bê xwarê ey welat!
Û tu her tim di nava dilê şoreşgeran de yî
Çiqasa em j ite dûr bin jî
Dîrokê ev xeyal ji bîr ne kiriye ey şoreşgerên evînar!
Wan şoreşgerên evîndar
Avdan bi xwîna sor
Her çar gulên bi yek dar
Ew qêrîn û hawar
Ji nû ve, cîhan bi gelê kevnar bûye şiyar
Bi fikir û ramana Rêberê gelê bindest
Rêberê Rêberan,
Rêber APO, Abullah OCALAN
KEMAL KOBANÊ Û ŞOREŞ AYHAN