JINEOLOJÎ

Deriyên Ji Koletî Û Azadiyê Re Tên Vekirin (2)

HEST
Di ferhengên Tirkî de wiha hatiye penasekirin. “pêhesînên weke famkirin, hîs, çavdêrî û şopên ku bi bûyer û diyardeyekê di cîhana hindirîn ya mirov de ava dibin, pêşbînî, pêşhîsî, nirxandina ehlaq, estetîk û her wiha, kêrhateyên girêdana bi van hestan, tevgera xweseriya mirov ya bi van hestan re girêdayî ku pêş dikeve.” Cardin bi xetên giştî hest wiha jî tê penasekirin; “Di encama veguhertinên halê ruhî yê însan de bi taybet veguhertinên hindirîn de û bi bandorên derdorê çêbûneke kompleks ya hevpar derdikeve holê. Ev veguhertina kompleks an jî ya giştî di derûniyê de veguhertinên din jî pêk tîne. (Di bîyolojiya însan de veguhertinên psikolojik di qewimin). Ji vê qadê re veguhertinên psîkofîzyolojîk an jî veguhertinên derûniya fîzîkî dikare were gotin.” Bi vî awayî ev qad tê penasekirin û nirxandin. Hinek zanyarên rûhî jî hestan wek; “fonksiyona zanista rûhî” penase dikin.
Hestên me di heman demê de cîhana me ya rûhî ne. Dînamîkên herî bingehîn yên pêşketina gava yekem dîroka civakîne û cîhana me ya rûhî destnîşan dikin. Em cara yekem gerdûnê, hebûna xwe ya civakî û kesayetê di destpêkê de bi hîs, sezgî û hestên xwe têdigihêjin. Em bi hestên xwe tê derdixin. Hestên me tinebin em ê bibin hebûnên kerr û lal di gerdûnê de. Ji hemû hebûnan re em ê kerr û lal bimînin. Em nikarin hebûna xwe bi wate bikin û bi nav bikin.
Em bi carkê re dikarin gelek hestên însan bixin rêzê û bibêjin. Weke dilşewitandin, ayîdîyet, bêxemî, acizî-bêzarî, fikar, xof, tirs, wêrekî, diltengî, hestên dê-bavtiyê, hestên olî, evînî, hestên welatparêzî, hestên serkeftinê, binkeftinê, başî-xerabiyê, daxwaz-azweriyê, biçûk dîtinê, ezab, bendewarî, xwe dîtin û nepixandinê, xemgînî, kerb, çoş, dehşet, zindîtî, dijminahî, empati, sempatîyê, nerihetbûna ji hev, kîn, dilrihetî, valatî, xurûr, xeyidandin, êşandin, ji xwe razîbûn, ji xwe hesnekirin, xeyalîbûn, jixwe xweşbûn, nexweşbûn, huzur, bêhuzurî, bawerî, bêbawerî, avêtina hindirxwe an jî dilgirtîbûn, eleqedarî, heskirin, xwe radestkirin, pejirandin, şermezarî, heyrantî, tolhildan, îlham girtin, îlham dayîn, şermokebûn, meraq, minnet, kêfxweşî, şanazî, dilrehmî, nezaket, bêrîkirin, poşmanî, sebir, milkiyet, şaşmayîn-matmayîn, kelecan, xwe sûcdar kirin, nêzîkbûn, hesûdî, gûman, dûrbûn, hêvî, daxwaza cînsî, hîletê xwe jê anîn, dilê xwe jê xelandin, diltenikbûn, wehşet, tenêbûn, şiddet-tûndî, di bûyerekê de eliqî mayîn xwe bi demê re teng hiştin, nefret, bêxemî, bê wîjdanî…
Em dikarin li ser vê lîsteyê navê gelek hestan zêde bikin. Di çanda her civakê de penase û navê hestan tê guhertin. Bi qasî ku em nikarin bi hejmêrin çandên gela hene. Di nava xweseriya hemû çandên gelan de hestên ku bê sînor tên guhertin û pêşketin em dibînin. Lê hemû jî ne tenê aliyê dil û rûhî yê însan, di asta tesîrkirina fikir û vîna însande ne jî. Ji ber vê sedemê ketina ferqa hestên xwe, binavkirina wan, ew pêşxistin, veguhertin, bihêzkirin, birêxistinkirin, di avakirina însanê azad de heya radeya dawiyê girînge. Di avakirina jiyana azad de dikare were gotin ku gava yekem heger însan û civaka bi tendurustî be, pêşxistina însanê normal-asayîbe yekem radeya ku were bidest girtin jî asta hest û rewşa hesta ye. Zanista tibbî di destpêka lêkolîna tendurustiya însan û cîhana hestan ya însan de ye. Hewil dide têkiliyên di navbera wan de fam bike. Lê em weke mîlîtanên azadiyê em nikarin hebûna xwe ya civakî û takekesî ji cîhana zanista modernîteya kapîtalîst re bihêlin. Rêbertî di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de têkiliya bi tendurustî ya însan-hest daniye holê. Ya ku maye jî gelek ji me bi ceribandinên xwe yên jiyanê di vê mijarê de bûne xwedî zanebûnên girîng.
Bi yek kirina vana û bi zanebûna kêrhateyên însan ku bikaribe heya dawiya jiyana xwe bi tendurustî jiyan bike; em dikarin tesîra hestan ya li ser tendurustiya xwe û jiyana xwe ya azad bi aliyê erênî de hedef bigirin.
Di van mijaran de bi taybet naskirina anatomi an jî bedena jin-zilam ( pergala hevgirêdanê an jî bandorkirinê, pergala navenda sînîr, hemû pergalên bedenê weke hormon, mêjî, beşên zayînê) naskirin, famkirin, hestên me yên pêş dikevin bi watekirin gelek girînge. Ji ber tu hestên me ji fîzîka me cûda an jî serbixwe pêş nakeve. Ev hest me tesîr dikin. Çawa ku em dizanin hemû heqîqetên me bi heqîqeta gerdûnî ve di aliyê maddî-manewî de girêdayî ye û ji wan cûda nayê bi dest girtin; hest jî ji bingehên maddî û manevî nayên qutkirin. Ketina ferqa hestan, penasekirin, birêxistinkirin û polîtîk kirin bi heqîqeta hevpar ya gerdûnî re girêdayî ye. Divê em xwe weke parçeyek ji gerdûnê bidest bigirin. Weke Adrîenne Rîche dibêje “ Heqîqetên aqil û bedenên me ji me hatine biyanîkirin û bûn sir-nepenî. Ji ber van sedeman berpirsiyareke giran ya me li hemberî hevdû heye. Bi navê lihevanîna rewşan û pêvajoyê divê em zirar nedin hestên xwe yên rastî. Divê em hevdû bi şaşî ronahî nekin”. Di mijara hestan de di destpêkê de hestên xwe û yên hevdû ronahîkirin pêwîste. Yek ji gava ronahîkirinê jî yekparebûna heqîqeta însane, heqîqet giştiye, însan jî li gor vê giştîbûnê bi destgirtin û hertim bi xweseriya takekesî nêzîkatî pêşxistin rewşeke jiyanî ye.
Di roja me de li ser rûyê cîhanê bi gelek ziman û cûrbecûriyên çandî gel xwe bi nav dikin û penase dikin. Di van cûrbecûriyên zimanan û çandan de wate û naveroka peyva hest hatiye destnîşan kirin. bi awayeke bê hejmar peyv hatine afirandin. Cardin li gor ziman û çandan wateya navê hestan, bikaranîna wan, xebitandina wan cûr be cûre û li gor çandan tê guhertin. Di rastiyê de bidestgirtina civakan ya hestan û şîrovekirina wan li gor xweserî û xwezaya wan tê guhertin û bi vê xweseriyê di nava ahengek mezin de ye. Ji ber ku hest di pêşxistina vê xwezaya civakan de rista diyarker dileyîze. Hebûna însan bi van hestan eşkere dibe. Hest û hîs jî li gor vê şêwe digirin. Hafiza civakî berî niha bi deh hezaran salan bi cerîbandinên ku nayên jibîr kirin pêş ketiye, biziman bûye û bûye şîfreyên çandî yên civakî. Di roja me de gelek beşên zanistê û hunerî bi lêkolîna hestan eleqedarin. Aliyên hestan yên dîrokî û rojane lêdikolin. Sebeba vê jî eve; hest di hebûna însan de xwedî girîngiya tendurustiyê û kokên dîrokî ne. Di însanê bi tendurustî de hest xwedî tesîra mezinin. Her civak û kesayetên civakî heger bixwazin di nava jiyanê de cihê xwe û girîngiya xwe bibînin di destpêkê de divê li qada xwe ya hestiyarî temaşe bikin. Jiyana xwe li gor vê bi wate bikin, xwe li gor vê bi tendurustî bikin. Her wiha li gor zimanê xwe peyva hest bi wate dikin û di çanda xwe ya civakî de bi cih dikin. Ji xwe her civak bi hezaran salan ev kiriye. Ya girîng xwe gîhandina zanebûna van peyvan û yek kirina wê bi hestên niha re ye. Her kes; bi zimanê xwe yê dayikê, penaseya hestan, navên ji hestan re hatine dayîn, sîfetên wan, biwêjên ji bo hestan tên gotin, wêjeya devkî û nivîskî ya ji bo hestan her ku fêr dibe fêrî hêza hestan ya avakirina kes di nava civakê de jî dibe. Her wiha pêşketina hestan bi awayeke tendurustî jî di xwe de pêş dixe.
Di zimanê Kurdî Kurmanci de hest bi peyvên weke hes hest, pejn, pêjn, dilîn tê destnîşan kirin. Zaravayên din jî lêkolîn kirin û di ziman û çanda civakî de ev peyv lêkolîn kirin xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber cîhana hestan ya Kurdan ku xwedî kokên dîrokî yên qehîmin bi rê-rêbazên bê hejmar ji aliyê dijmin ve bi zeman û mekanan, bi rêbazên cûr be cûr hatine qetilkirin, bişavtin, talan kirin, desteserkirin, çewtkirin, ji rê derxistin, biçûk kirin, xayîn kirin. Di nav çil salan de Rêbertî bi vê qadê re eleqedare. Di qadên xwe yên tekoşînê de Rêbertî qada hestan bi awayeke taybet bi dest girt û pêre eleqedar bû. Ev bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Di vê wateyê de yek ji qadên afirandina tekoşîna me ya azadiyê jî qada hesta ye. Di vê qadê de xebata ku herî zêde sûd bide penase û têgehên di zimanê Kurdî de û zaravayên din de girtina dest û çand û wêjeya kurdî rast xwendine. Di penase, terzê jiyankirinê, anîna ziman de hest hîn baştir dikarin werin bidest girtin.
Bi qasî dîroka gerdûnî di dîroka civakbûna Kurd de jî fêrbûna pêşketina hestan, di pêşketina jiyana me de fêrbûna cîhana me ya hestan û xwe gîhandina zanîna wan ya dîrokî an jî kokên hestan wê ji pêşeroja me re bibe ronahî. Di vê wateyê de em çiqasî hestên xwe bijiyanî dikin, em çiqas hestên xwe ji xwe dûr dixin û ji wan biyanî dibin em ê bibînin. Her ku em bibînin jî em ê vê tahlîlê bikin eynika xwe û rêyên vê yên rastkirinê jî bibînin.

Şirovekê binivîsê

Close
Close