NIVÎSNIVISÊN ROJEVÎ

Bi Rihê Avesta, Îlan û Polat Em Her Kesî Vedixwînin Newrozê û Berxwedanê

ÇEKJÎN ROJHILAT

Di serî de di şexsê şehîdên Efrînê; Şehît Avesta Şehîd Îlan û Şehît Polat de em tevahî Şehîdên Şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li hemberî wan ditêwînin.

Weke tê zanîn erîşêke dîjwar li ser Efrînê heye. Dewleta Tirk û çeteyên wî, bi hemû hovîtiya xwe erîşî Efrînî dikin û dixwazin di Efrînê de hem weke tevger hem jî weke gelê Kurt me di bin pençen qirkirinek nû de bide derbaskirin. Ji bo wê jî bi hemû derfet û hiza xwe ya teknîkî erîşên dîjwar li ser Efrînê pêktîne. Erîşên li ser Efrînê,  komkujiyên ku dike di tevahî cîhan dibîne. Dewletên Nato û tevahî dewletên derva jî bi awayek eşkere wê komkujiyê dibînin. Lê ji ber hemû dewlet jî berjewendiyên xwe difikirin; hemû hev û din diparêzin û deng ji kesî dernakeve. Rûxmê ku gel ewqas berxwe dide û dewleta û Tirk red dike, rixmê ku gel li ser axa xwe dewleta Tirk qebûl nake jî, tevahî cîhanê çavên xwe ji wê dagîrkeriyê re girtiye. Bi taybet gelên ku li hember dewletan, li hember Daîşê, li hember terorîstên ku ji gîştî cîhanê re bûne bela sekinîne jî, me dît ku li hember wan çawa şerek bêhempa tê meşandin. Di wî şerî de şehadet, birîndarî û komkujiyên ku çebûn, giştî cîhanê jî ew dît. Gelê Kurd li hemberî wan şer kir û şervanên vî gelî berxwedanî kir. Cîhanê jî ew berxwdanî bi çavên xwe dît. Lê mixabin her kesî çavên xwe girtin û adeta gelên Efrînê pêşkêşî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê kirin.

Niha piştî xilasbûna Daîş’ ê, dewletê Tirk ku her tiştê xwe bi Daîş’ ê dida kirin; gava dît nikare bi riya Daîş’ ê YPG û gelê Kurd tune bike, wê carê gava Daîş bi xwe hat tunekirin, tiştê ku di dest de bimîne nema. Ji ber wê xwest erîşên xwe yên li ser Efrînê rewa bike. Piştre bi hevkariya Rûsya erîşên xwe rewa kirin û dest bi êrîşên li ser Efrînê kirin. Bi wî awayî dewleta Tirk tevahî çetêyên heyî li derdora xwe kom kirin û xwest bi şiklek hovane hem li ser gelê Kurd hem jî li ser tevahî gelên Bakurê Sûrîyê komkujiyê pêk bîne. Dewleta Tirk niha ev pilana xwe xistiye meriyetê. Li hember wê pilana qirêj û hovane li Efrînê berxwedanî pêşket û ya derket holê qehremantiyên bêhempane. Di serî de dema hevala Avesta çalakiya fedaî pekanî; bi çalakiya xwe pêşengtî ji tevahî Şoreşê re kir. Piştra ew çalakiya heval her çû berdewam bû. Di demek kin de heval Îlan ala fedaîtiyê hilda û herî dawî jî di şexsê heval Polat de, rixmê ku hevalek gazî bû û berê parçeyek ji laşê xwe dabû Şoreşê, herî dawî jî çalakiya fedaî di nava terorîstên Tirk de pêkanî.

Dema mirov bi awayek şênber lê mêze bike, çalakiya wan hevalan çalakiyek dîrokî û efsûnî ye.  Ji ber di tu dîrokê û di tu cihî de nehatiye dîtin; kesê ji bo gelê xwe perçeyek ji laşê xwe dabe lê dîsa jî kêm bibîne û rabe di ser de jî çalakiyek bi wî awayî bike.  Ev di dîroka Tevgera Azadiyê de rêbaza herî radîkal a têkoşînê ye. Ev; di heman demî de nîşaneya kûrbûna îdeolojîkî û xurtbûna baweriyê ye. Ji ber wê jî hîna di destpêka şerê Efrînê de wan hevalan bi çalakiya xwe Artêşa Tirk a dagîrker binxistin.

Ew dewleta digot; “em ê di sê rojan de Efrînê bigrin” bi rihê berxwedana Efrîniyan binket. Waye sê rojên Erdogan dibe sê meh. Niha hesabên dewleta Tirk negirtine û ji derve alîkariyê dixwazin. Dewletên girêdayî nato bi taybetî jî Almanya çi alîkariya pêwîst ji bo Tirkên dagîrker hebû da, yên li dijî dagîrkeriyê bûn jî xwe bêdeng kirin û weke ku tu rewşên komkujiyê nîne, jiyana xwe domandin.

Helbet dewleta Tirk ji wê bertekê hêz girt û asta hovîtiya xwe derxist radeya herî jor. Niha jî dixwaze dîroka gelekî tune bike. Yanê ger em bêjin; ‘ev êrîş tenê li ser partiyek Kurdan e’ wê nêrînek ne di cî de be. Tişta ku li Efrînê diqewime ne êrîşek ji rêzê belku qirkirinek çandî û dîrokî ye. Ji ber wê pêwîste herkes bikeve ferqa vê rastiyê û bi berxwedanê bersiv bibe vê qirkirinê. Dema em hîn berfireh li êrîşan temaşe bikin, em dibînin ev komkujiya li ser gelê Kurd tê meşandin, heman komkûjî li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn jî tê meşandin. Ji ber li Efrînê tenê Kurd jiyan nakin, çand û berhema Efrînê jî tenê ne ayidî Kurdan e. Ji ber wê komkujiya ku li Efrînê li ser gelê Kurd tê meşandin, li ser gelên Ereb û Tirkmen jî tê meşandin. Dewleta Tirk bi van êrîşan re bêyî ferq û cudahiyê bixe nava Kurd, Ereb, Asûrî, Suriyan û Tirkmenan, hemû netewe û çanda wan bi hovane dike qurbanê desthilatdariya xwe û bi çavsorî êrîşî wan dike.

Ya derdikeve holê ne tenê Efrîn, dewleta dagîrker û faşîst a Tirk dixwaze tevahî Suriyê dagîr bike. Di rewşek wisa de wê gelên li Suriyê çiqas bêdeng bimînin, mijarê nîqaşê ye. Ji ber li şûna Daîşekê wê Daîşekdin were, cardin wê gel berxwe bide û li dijî dagîrkeriya wan jî rabe.

Weke gelê Kurd çawa me di her Newrozê de dest bi serkeftinên nû kiriye; pêwîste di Newroza îsal de jî em her derê bikin Newroz, her derê bikin Efrîn û her derê bikin berxwedan. Çawa Kawayê Hesinkar li dijî dagîrkeriya Dehak dest bi berxwedanê kir û ew binxist, pêwîste em jî li Efrînê Dehakê Serdemê Erdogan bin bixin û li dijî vî bi rihê Newrozê serkeftinê bi dest bixin. Di heman demê de pêwîste em Kawayên Serdemê, tevahî Şervanên YPG û YPJ’ ê di wê berxwedanê de bi tenê nehêlin û timî berxwedanê gur û geş bikin. Bi vî awayî em dikarin Newroza 2018’ an bi berxwedanê tacîdar bikin û Dehakê Serdemê Erdogan û dagîrkeriya wî têk bibin. Li ser vê esasê em tevahî gelên Rojhilata Navîn vedixwînin berxwedanê û em wan dawetî Newrozê dikin.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close