NIVISÊN ROJEVÎ

Berxwedana Serdemê, Berxwedana Avesta û Barina Ne

Sosin Amed

Di Rojhilata Navîn de rastiya netewa kurd, ev rastiyeke ku Rojhilata Navîn bi dîrokê de hertim rojên pir  dewlemend de jiyîn e û ketine rûpelên zêrîn. Gelên Rojhilata Navîn bi yekîtiyên xwe ve hatin naskirin; bi axa xwe ve girêdan, bi xwezaya welatên  xwe hez kirin  û hertim ji bo gelên din dibûn mînak.  Hertim bi cîranên xwere dibûn alîkar lê dijminên xwînxwar jî  hertim benda fersendekê bû ku êrîş bibin ser wan ji bo wê gelên li derdora wan destkêftiyên Rojhilata Navîn tu cara qebûl nekirin û ji bo deskeftiya hilweşînên destê van de çî were dixwazin pêk bînin lê em vê jî dizanin gelên Rojhilata Navîn di şerên xwe de jî mînak bûn ji ber wê dijminên wan her di xwestin di hêla  şerkirina wan, textîkên ku wan  bikar tînin xwe wek wan bikin.  Di hêla civakê de jî, bi çand û hûnera  xwe pir dewlemed bû. Her wiha  bi cil û bergên xwe gelên din bandor dikirin hertim rolekê pêşeng leyistiye , rista xwe dîrokê hertim berdewam kiriye û bûye hedefa dijmen.

Herî zêde gelê Kurd bi çanda Neolotîkê tên naskirin û bi çanda dayikê xwedavan mezin bûye ji ber wê gelê Kurd hertim erişan re rû bi rû dimîne. Taybetî  jinên kurd di her qadê de cihên xwe girtin û çi di şer de an di civakê de hertim li rista pêşengihê leyistên. Lêkolîn kirina heqîqetê re rastiya dijmin eşkere bû çima jin hertim hedefa dijmin de ye ango hemberî jin çima ewqas tirs taybetmendiyê Jin a yê serhildêr tê. Jin ji bo civak û axa van nekeve dest dijmin hertim xwe feda kirin û hertim fikrandina paş de gav avêtin zêdetir her pêş de çûyînê re cîhanê re bû hêzek û minakek. Mînaka herî pêş jî tu cara jinên kurd teslîmîyetê qebûl ne kiriye û xwe re nepejirandiye jî. Pêlên Dîrokê mirov bişopîne berxwedan û serhilderiya Geliyê Zîlan, Komkujiya Dêrsîm’ e hwd ber bi çav e. Ji bo nekevin destê dijmên bê tirs  yê ku xwe zinaran de avêtiye, yê ku  ber avê çûye ango xwe şewitandiye dide nîşandan ku jin tu cara teslîmîyet qebûl nekiriye, her berxwedanî kiriye  ji ber ku jin çanda dayikên xwedavand re mezin bûye. Deskeftiyên ku destê jinê de bû û îro jî Rêber Apo deskeftiyên ku jin, jiyan dikir û her pêşeng bû disa da xwediyê van. Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê de rista ku jin dileyîze giştî cîhan kêlî bi kêlî di nav de jiyan kir û dît ku jin pêşenga civakê ye û mohra xwe dîrokê dide. Mînak ber bi çav e. Mirov ji bo rastî bibîne roja xwe îro jî dikare rê bikeve û rastî bibîne. Kobanê bû paytexta jinên serhilder û fedaî. Bû sembola Jina ku teslîmiyet û îxanet napejîrîne. Kobanê bi jinên berxweder hat naskirin ku jinên kurd çava dijmin bin dixe û ax, dayîk û mirata dîrokê xilas dike. Arîn Mîrkanê ku, tu car dijmin qebûl nekir û serî netewand tovên Arîn Mirkan,  Efrîn’ê nû de şîn bû û ber bi Arînê re çû. Miştenûra Kobanê, cîh û warê Arîn Mirkan herî dawî jî  Efrîna rengîn, Berxwedana Serdemê û warê Avesta û Barînan.  Dema mirov bi awayekê şênber lê mêze bike çalakiya wan hevalan çalakiyek dîrokî bû û her wiha nişaneya kûrbûyîna îdeolojik e. Çalakiya Ş. Avesta Xabûr pêşengiya Berxwedana Serdemê kir û Barinan re pêvajo geş bû û çîrûskên agirê belavê derdor û berxwedaniyê bû. Berxweda Serdemê hêla derûnî, rûhî, civakî û zayendî de êrîşekê pir qirej bû lê dema mirov çalakiya hevala Avesta Xabûr, çalakiya ax û ziman ji bo pêvajoyê pêşengtî kiriye. Her kêliyê ku tê de jiyan dikin, jinek mohra xwe dîrokê dide. Berxwedana Serdemê ji Berxwedana Avesta û Barînan bû. Berxwedaniya zarok û jinên berxweder bû. Emê hertim şopa hevalê xwe yê berxweder û fedaî; Şehîd Avesta Xabûr û Şehîd Barîn Kobanê bin.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close