HELBEST
BERKEVIRÊ

SEYRAN ŞÎLAN
Nesekine Ristem
Warê lehengan
Baxê listikên zarokan
Kanûna dilê dayikan
Ez tê bi kîjan navî
Bang bikim ji van?
Berkevirê…
Yan jî Sere Kaniyê
Ger ez bejim Sere Kaniyê
Dive ez bejim jiyan
Jiyan…
Divê ez bejim
Dar, ber, kulîlk, bax, zevî
Û bejim bihar
Berkevirê…
Tê tu navek ji van jî
Tu qebristanî
Tu mirinî
Tu ne kulîlkan
Tu bendan
Di hembêza xwe de
Dirazînî
Bedenen bê rih
Kulîlkên pêşerojê
Zarokên bê guneh
Berkevirê
De bigirî
Na negirî
De bikene
Na nekene
De xeber bide
Na xeber jî ne de
Berkevirê…
Nexwe bistirê
Min jî vexwîne şevbuhêrka xwe
Bila Ristem xeber bidin
Bi qehremanî
Bila lehengên ciwan
Govendê bigerinîn
Bila zarok bilîzin
Bila bav û dayik bikenin
Berkevirê…
Wekî herdemê
Girî jî behra min be
Ez ê jî bigirîm
Ti jî bisitirê, bisitirê
Û hey bistirê
Ji dirokê re
Bêje van destanan
Bi dengbejiya xwe
Vebêjr vê heqiqetê
Ji zarokên pêşeroja xwe re
Bi dengbejiya xwe bej na!
Berkevirê…
Belkî pênus têrê nekin
Belkî lênûsk nemînin
Ku van binivîsînin
Berkevirê…
Belkî rojekê hindek rabin
Çawên van ji nebin, kor bin
Qene bila guhên xwe bibihîsin
Berkevirê…
Ger tu rê bidî min
Hîna ez ê bî mêx nivîsekê bikolim
Ku ker bi guhên xwe nebihîstin jî
Bila bi destên xwe bixwînin, hîs bikin
Berkevirê…
Nexwe
Di her cejn û rojên pîroz de
Zarok werin
Bi zarokên tere bilîzin
Ciwan werin
Bi lehengên te re
Govendê bigerînin
Dayîk werin ser henûniya dile te
Çîrok û çîvanokan ji hev re bêjin
Serpêhatiyên dayikên te
Parve bikin
Qet nebe
Wê carinan bi hev re bikenin jî
Berkevirê…
Bila ruspî, rewşenbîr, dîroknas
Xwendevan,hunermend û helbestvan jî
Werin cıvata Risteman
Lî denge Ristemê narînî û zîz
Guhdarî bikin
Bêje kanî Ristem
Çi fermanê ji me re bêje
Ku em pê rabin
Ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê
Berkevirê…
Ristem li çar parçeyên welêt
Bi lehengî têkoşîn kir
Qet rojekê newestiya
Bêhna xwe veneda
Xwe neda erde
Lê me nezanîbû ku
Ristem lê benda te ye
Tu yê azad bibî
Wê bê û di hembeza te de
Serê xwe deyne û
Cıvata xwe
Jî ewqasî mezin û geş bike
Geh coş, kelecan
Geh jî hesret û bêrîkirinan
Bi cıvata xwe ya leheng re
Parve bike
Berkevirê…