ŞEHÎD

Berfîna Deşta Heranê

Sonda WELAT

Weke gula Berfînê hevala Berfîn jî bi çelengî û ciwaniya xwe serî li hember zorahiyê hilda bû. Ew keça axa Kobanê bû. Ew jî weke hemû ciwanên Kurd li ser vê axê fêrî welatperwerî û wêrekiyê bibû.

Berfîna kobanê ji gondê Aşmê yê ku dikeve başûrê Kobanê bû. Hîna di temenê xwe yê biçûk de bi şoreşa Rojava bandor bibû. Dema ku ciwan li kobanê şehîd diketin wê jî xwe di rewşekî wisa da didît ku ew erkdare ku tola wan rake.  Berfîna Kobanê di 15 Tebaxê de li ser esasê ku tola hevalên xwe hilde; tevlî nava refên şoreşa Rojava dibe. Hevala Berfîn giringiya vê rojê dizanibû ji ber wê ev roj ji bo tevlîbûnê xwe ya nava şoreşê hilbijart. Heval Egît mermîya yekemîn teqand û çalekiya xwe li tijî dijminê mirovahiyê dest pêkir. Çalakiya 15 tebaxê gelek serkeftî bû. Berfîn dixwast di riya xwe ya nû de bi qasî wê çalakiyê serkeftî be.

Keça ciwan û çeleng navê berfîn ji bo xwe hilbijart. Di riya xwe ya nû de wê weke Berfînekê tevbigeriya. Ew li ser şopa şehîd Berfîn mirova xwe bimeşiya. Hevala berfîn perwerda xwe li gundê Alîbelûr dît. Şehîd Berfîn yek ji şagirtên tabûra şehîd Xebat bû. Berfîn di perwerdê de gelek bi baldarî tev digeriya. Bi roxmî ku nuxaşiya wê hebû û nikanibû rehet werzîş bikira lê dîsa jî xwe ji werzîşê qut nedikir û bi qasî ku dikanibû  bi hevalên xwe re di nava werzîşê dabû. Dema ku êdî nema dikanibû bi hevalên xwere dewam bike, xwe hinek dida paş lê dîsan vedigeriya gel hevalên xwe. Di perwerda bîrdozî de jî heman nêzîkatî raber dikir, ji ber wê hevala Berfîn di demekî kin de gelek tişt fêr bû. Tevahî rojên perwerdê bi baldarî li perwerde guhdar dikir. Wê dixwest ku her tiştî fêr bibe. Ji ber ew şervaneke YPJ’ê bû pêwîst bû gelek tiştan bizanibe û di derbarê her tiştî de xwedî agahî be. Berfîn hevalek xwendevan bû ji bo hevalan gelek belege ji arebî wergerî kurdî dikir. Di wî warî de hevala Berfîn ji bo hevalên xwe jî dibû alîkar. Hevalên ku nizanibûn binivîsînin, wan fîrî xwendin û nivîsandinê dikir. Ew taybetmendiya heval Berfîn pir xweş bû. Hingî ji jiyanê û hevalan hez didkir her tiştê ku fêr dibû ji bo hevalên xwe jî şîrove dikir û dixwest fikirên xwe bi wan re jî parve bike.

keça çeleng bi hêminiya xwe dihat nasîn, pir zêde nediaxifî. Ger axifiya jî wê demê têr û tijî diaxifî. Gelek car wê behsê hevalên ku gundê Aşmê diprêzin, dikir. Hîna ew di perwerdê da bû hevalê Andok şehîd ket. Heval Andok yek ji hevalên ku li gundê Aşmê erka parstinê dikir bû. Hevala Berfin gelek car behsa hevalê Andok dikir. Ji ber wê gelek pê bandor bû. Piştî şehadeta heval Andok, heval Berfîn cardin soza tolhildana şehîdan li perwerdê da û di tevahî meşa xwe ya şoreşgerî de li ser bingeha wê sozê meşiya.

Heval Berfîn xwe kesayetek kolektîf bû. Tu car bi hevalekî tenê ra tevger nedikir, ew her bi tevahî hevalan re bû. Demek kinbû tevlî nava şoreşê bibû lê weke şoreşgerekî kevin tevdigeriya. Dema ku heval komî ser hev dibûn her jê dixwestin ku ew bi dengê xwe yê zelal û xweş stran ji wan ra bêje. Wê tu carî xwestekên hevalên xwe red nedikir ji ber wê her dem bi dengê xwe yê zelal û şîrîn stran weke çemekî diherikandin.

Hevala Berfîn di perwerda şervanê nû de gelek dihat hez kirin. Bi qasî hevalan jê hezdikir wê jî ji hevalan hez dikir. Ewqas bi hevalan re hatibû girêdan dema ku bi çend deqan dûrî hevalên xwe diket hedara wê nedihat heman dixwast vegerê ciyê xwe.

Roj li dewreya şervanê nû zû derbasbûn. Heval Berfîn hîn ji wan rojan têr nebibû, hîn ji dîtina hevalên xwe têr nebibû ku roj dibûrîn û rojên perwerdê ber bi dawîyê dihatin. Her ku roj dibûrîn, ji ber ku wê veqetîn bikeve navbera wê û hevalên wê yê dewrê keşa pordirê ‘Berîfan Kobanê’ xemgîn dibû. Ya rast heval Berfîn hem xemgîn dibû hem jî kêfxweş dibû ji ber ku wê derbasî eniyên şer bibûya û wê derfetên tolhildana şehîdan bi destê wê keta. Lê dîsa jî qutbûn jê re zehmet dihat.

Bi derbasbûna rojan re hevala Berfîn xwe ji bo vesaziyan amede kirbû. Dilê wê xemgîn bibû lê xwe zêde nedida diyar kirin. Tevî wê jî me hemû hevalên wê dizanibû ku heval Berfîn êşa qutbûnê dikşîne. Di dawiyê de heval Berfîn jî weke hemû hevalan xatir ji hevalên xwe xwast û ber bi qadên nû birê ket. Dema ew bi rê ket; hezkirina hevalan jî bi xwe re bir da ku li wê qada nû bi hevalên xwe yê nû re heman hezkirinê parve bike.

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Vê parvekirinê jî bixwine

Close
Close
Close