RÊBER APO

Bêhezkirinî, Dijberiya Şoreşgerî û Jiyanê Ye

Rêber Apo

Hezkirineke ji rê hatiye derxistin û xwe spartiye bingehên seqet, rengekî din ê qetilkirina jiyanê ye lê belê rengê vê yê ku ji rê derketiye jî herî kêm bi qasî wê xeter e. Gihiştina hezkirinê, tê wateya gihiştina jiyanê. Ger mirov gihiştina hezkirinê nezane tê wateya ji şoreşê tênagihije lê belê gihiştina hezkirina erzan jî şer nekirine,bêhewildanî ye û heta bêhizirî ye. Ev jî gelekî girîng e.

Ew her çar hêmanên ku me hêjmartiye bi hizirandinê ve girêdayî ye. Em ji bingehê dîrokî bigrin dest, heta asta felsefî û zanistî hûnê bihizirin. Nexwe têkîliya hezkirinê bi hizir,felsefe û zanistiyê ve heye. Ji bo ku hûn gavekî ber bi hezkirinê ve bidin avêtin, pêwist e hinekî agahiya we ji felsefe û zanistiyê hebe. Girêdana şer bi hezkirina rast ve heye. Li gel me azadî û têkîliya azad bi tenê şer ve tê bi dest xistin rastiyeke ku bi şer tê pêk anin e. Di rêya hezkirinê de hezar û yek hest û girêdaniyen bi navê hezkirinê hatine derxistin û xefik hene. Hûnê neyêne van leyîstokan. Hûnê xwe li hemberî her cûre rengên hezkirinê yê ku ji rê derketiye bêhezkiriniya xapînok bi sekinandineke saxlem ve li şûn xwe bihêlin. Hûnê bizanin ku bêhezkirinî dijberiya şoreşgeriyê û jiyanê ye. Teqez pêwist e ku dunyaya we ya hezkirinê hebe pêwist e hûn bigîhine vê dunyayê. Hûnê bibêjin:”Pêwist e ku hezkirina min hebe.Pêwiste ez di rewşekê de bim ku bêm hez kirin û hez bikim.”

Hatina rewşeke ku dikare hez bike, tê wateya di wan her çar hêmanên ku me diyarkiriye de serkeftî bûne. Ger mirov di wan her çar hêmanan de û di hêmanê pêncemîn de ku ew jî encamê wan yê din e, bi serkeftî be, tê wateya ku hûn gihiştine asta hez kirinê. Ev di heman demê de tê wateya hûn gihiştine asta bikaribin hezbikin. Dema hûn gihiştine van taybetmendiyan tê wateya ku we him hezkirinê de him jî hatina hez kirinê de kesayet ava kiriye. Berovajî vê hûn nayên hez kirin û nikarin hez bikin. Hinek dibêjin “dile min xwest ez hez dikim, ew jî ji min hez dike, hûn nikarin bibine asteng.”Ev derew e. Bi vî rengi hatina hez kirin û hez kirin nabe. Pêwist e hûn bingehê zanistî deynin û nexelitînin. Ji xwe hûnê rojekê benê hez kirin, roja duduyan jî benê avêtin. Hûn nikarin bersivê ji hez kirina xwe re bibînin û bi erdê ve bibine yek. Ji ber vê jî xwe nexapînin û nekevine nav bûyera hez kirin û hatina hezkirinê ya ku li ser bingeha xelet de pêş dikeve. Pêwist e di hêmanên ku hatine hêjmartin de serkeftin çêbibe.

Kesayeta Kurd ji bo çi nayê hez kirin? Ew kesên ku pêwîst e di dinyayê de herî zêde werin hez kirin, ji bo çi di vê mijarê de û di rizgariya welat de ne serkeftî ne? Ji bo çi di azadiyê de, şer de, di hemû pirsgirêkên rêxistinî de ne serkeftî ne? Kesekî ev qasî bê serkeftine, ji bo çi were hezkirin? Jixwe kirêt e jî. Girêdayîna kirêtîbûn û xweşikbûnê bi tiştên ku hatine jimartin ve heye û misogere ku, bûyereke civakî ye. Ger di van hêmanan de serkeftî bin, hun xweşik in, berovajiya vê hun kirêt in. Asta vê ya fîzîkî jî heye, asta fîzîkî yê kirêt û xweşik diyarker nine, ya diyarker di hêmanên ku hatine jimartinê de rewşa serkeftîbûn û bêserkeftinîbûyînê ye. Bi qasî mercên hezkirin û hatina hezkirinê, pêwîst e ku hun baweriya xwe bi pêwîstiya hezkirinê binin. Hun nikarin bibêjin, “ez bi sernakevim, di van hêmanan de serketina min zehmet e. Wê demê ezê hêviya xwe ji hez kirinê qut bikim. Bila tu kes ji min hez neke û ez jî ji tu kesî hez nakim.” Ev yek jî ne rast e. Pejirandina vê tê wateya hêvî ji şer û şoreşê qut kirin e. Heta ji partiyê, gel, ji jiyanê hêvî qutkirin e. Şoreşger ne mirovên ku hêviya xwe ji jiyanê qut bikin in. Wan her tiştên xwe, fedayî jiyaneke azad kirine. Naxwe hunê her dem hezkirinê di xwe de weke azweriyeke mezin bihêlin lê belê bêyî ku mirov bikeve nava hizirên “nabe” û xefikan pêwîste mirov derfetên serkeftinê û pêkhatinê bide wê. Ev jî, kulîlk vekirina milîtaniyê ya di kesayeta wê de ye û serkeftina egîdiyê ye. Egîdî digihê lûtkeyê serkeftinê.

Weke tê ditin, riya ku diçe serkeftinê bi qasî ku bi zehmetiyan ve dagirtiye, ew qasî jî girift e (çapraşik). Di vê riyê de meş, egîdiyê dixwaze. Ger em wiha bikin, ew şertên civakî yên di welatê me de ku gelê me jî dijî, bê hez kiriniya mezin, dexesî, bêrêzî dê were derbaskirin. Em di wateyekê de şoreşa xwe li hember rewşa ku welatê me ketiye nav de, ango bêhezkirinî û mîratebûn ku tê pêşxistin, di heman demê de jî li hemberî bêhezkiriniya mezin ku di dilê gelê me de heye, me ev şoreş pêş xist. Şoreşa me şoreşa hezkirinê ye, şoreşa hezkirina welat û gel e. Lê belê şoreşa hezkirinê li hemberî ev qasî, zinixî û zordariyê bi şerkirinê ve pêk tê. Ger ne wiha be, gotina faşîzmê ya “hezkirin her tiştî çareser dike” ji cewher dûrxistin e.Tee wateya bawerî anîn û xapîna derewên faşîzmê, hatina lêyîstoka wê ya mezin e. Mixabin hun di mijara hezkirinê de hatine vê lêyîstoka mezin. Em hindekî we, ji vê lêyîstokê dikişînin û derdixin. Em we bi serê xwe bihêlin, kê dizane hîn dê çi were serê we. Em dibînin, bêyî ku hun hewl bidin, çi qasî ji hev hez dikin. Ma hetanî duh jî, we bi vê yekê bawer nedikir? Dibe ku we bêyî ku bikevine zanebûna wê, we ji mar hezkiribe,we mar xistibe şûna evîndara xwe, ma ev yek ne hun in? Hun bi kirêtiyê ve hetanî qirika xwe, di himbêza hev de dijîn. Pêwîste hun lêpirsîn bikin ku, şêweyên jiyana we çi qasî di çerçoveya feraseta hezkirinê ya dijmin e. Ma yê ku feraseta hezkirinê ya dijmin dijî, gelo dikarin ji hezkirina rast para xwe bigrin? Gelo jiyana ku hun dijîn, çi qasî weke jiyaneke pîroz tê pejirandin?

Ez van hemû tiştan ji bo ku we bitirsînim naynim ziman. Pêwîste misoger jiyana we di ber çavan re were derbaskirin. Ez dixwazim, vê pirsgirêkê bi taybet di astên feraset de zelal bikim. Dibe ku gav bi gav, derbaskirina vê ya jiyanê bi sedan salan çêbibe. Min ji bo ku têkîliyeke ku were hezkirin û mirov bikaribe vê yekê bijî, ev qas salên xwe da. Min jî di vê mijarê de çend gav avêtine, hun dixwazin her tiştî di carekê de çareser bikin. Sedemeke ku milîtaniya we zêde ne rasteqîne jî ev e. Ez her dem behsa kesên dixapîne û dixelitîne dikim, sedemeke vê ya herî bingehîn jî di nava çerçoveya ku we avakiriye de ye. Hun xwe yan mehkumî bêhezkiriniyê dikin, an jî hezkirina sexte. Dilê we çawa dikare vî tiştî hilgire? Mêjiyê we pêwîstiya hizirandinê jî nabîne. Ev çîroka we ye. Hun dikarin di milîtaniyê de, egîdiyê de, hestên mezin de û hezkîrinê de çi qasî bi xwe bawer bin?

Gelek ji we hezkirina xwe ya zarokan heye. Hindek heval ji bo ku zarokan çi qasî hezdikin raber bikin, bi zarokan re henekan dikin. Mirov dikare bi vê yekê bikene û derbas bike, ji ber ku jiyana zarokên me hatiye pêrîşankirin, ji bo hezkirina wan tenê nefesek jî nehiştine. Lê belê gelek kes vî tiştî ji rêzê dibînin. Dibêjin, “xweziya zarokekî min jî hebe, ez jî bi vî rengî jê hez bikim” dinya wî reş bûye. Feraseta wî jî bi vî rengî ye. Kesên wiha, deh salan jî di nava me de bijîn, di encam de ew dijberê partiyê ne û revok in. Di hewaya xortan an jî keçan de bêhna azweriyê heye. Dibe ku mirov ji van re tiştekî nebêje, lê belê dema tu wan bi azweriyên wan re li gel hev dihêlî, roja diduyan şerekî mezin dest pê dike. Azweriyên mezin, hestên mezin di mercên xwe de digihên wateyekê. Mezinkirina zarokekî baş, di mercên welatekî azad û serbixwe de, bi şertên civaka azad de derfetê peyda dike. Azweriyên mezin, tenê di qadên xwe de dikarin derfeta jiyanê peyda bikin. Wekî tê zanîn, dema du kes hev direvînin, daweta wan li dar dikeve, lê belê roja diduyan hun biçin binêrin, hemû ketine nava hev. Ji hezkirin û rêzdariyê tu şopek xuya nake. Gelo çi wateyeke van azwerî û hezkirinên wiha heye. Jiyana pratikî raber dike ku, ev yek ne wiha ye.

Ev rexneyên ku ez li we û civakê dikim, rasteqîn in. Duayeke ku neyê pejirandin, ji bo çi em jê re bibêjin amîn? Hezkirineke ku hun nikaribin bi pêş bixînin, ji bo çi emê jê re bibêjin, hezkirineke baş e?. Azweriyeke ku welat û gel nayne asteke bixêr, ji bo çi em jê re bibêjin, azweriyeke rêzdar e?. Mixabin, di şûnde ya ku bi zehmet dimîne, em hindekî jî kole ne. Koleyan bi hezaran salan, malbat, zarok, jin, zilam çi ye nehizirîne. Dibe ku em weke wan koleyan nînin, lê belê ji hindek aliyan ve em di rewşeke xirabtir de ne. Mînak, di qutbûyîna ji welat û civakê de ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî pêwîst e, em hindek hest û ferasetên xwe yên jiyanê hindekî din rasteqînêr nêz bibin. Ez van tiştan, ne ji bo ku hezkirinê mehkum bikim dibêjim, ji bo ku di nava me de dê hezkirin çawa bi rê ve biçe, bi çi ve girêdayî ye? Zelal bikim, diyar dikim. Welat jî, gel jî, şer dixwaze êdî şer bûye navê jiyanê, ev yek di heman demê de, dibe watedayîna şervantiya we. Tevlîbûna we bûyereke ku ev qasî jiyanê diafrîne, ji ber vê naveroka xwe ve we pîroz dike.

Îro şer ji bo çi ev qasî bûye weke azweriyekê? Ji ber ku îro şer afirandêr û zayinêrê her tiştî ye. Me ev yek hindeki, bi civakê tê gihand, sibe emê hîna zêdetir tê bigihînin. Ger em îro bi we jî bidin fêmkirin, hun dê gelekî balkêş şer bikin. Ji ber ku jiyana we di encamê şer de veşartiye. Rizgarbûna we, ji her cur kirêtî, bêhezkirinî û heqaretê kêm zêde bi dayîna we ya vî şerî ve gengaz e. Ger bi hemû kûraniya wê ve were fêmkirin, hunê bibin şervanên gelekî balkêş. Siya jiyanê heye, ew bi xwe nîne, navê jiyanê heye ew bi xwe nîne. Gelo yê jiyan bi xwe çawa bibe? Naxwe, wê jiyan bi şerkirinê bibe. Ew kesên ku hun gelekî jê hez dikin, hunê bi vî awayî bigihênê. Ji beriya her tiştî ger hun wiha şer bikin, dê her parçeyekî welat ne weke kavilekî, weke bihuştê bixuyê. Dê ew malbat, dayik, bav, hevjîn û dostê ku hun jê direvin, dê li we weke heyînên herî xwedî nirx bixuyên. Gelê we, weke navnîşaneke ku hatiye jibîrkirin na, dê bigihê rastiyekê ku weke nan û avê bi hev re bijîn. Dema ku em vê daxînin têkîliyên jin û zilam, ne weke xerîban li gor pênaseya du perçeyên xwezayê ku hev cihê nabin, teqez hev temam bikin, dê derbikeve holê. Mirovê dê li ku derê û çawa bigihê vê rastiyê? Hemû nîqaş, polîtîka, hizirandin, avakirina partiyan û pêşvexistina şer ji bo gengazkirina jiyaneke bi vî rengî ye. Dibe ku di jiyanê de azweriyên kor, nêzîkbûnên derveyî rastiyê we bidin jiyîn, lê belê ev tişt serkeftinê naynin. Hun di vî aliyî de gelekî ketin, we serê xwe li çepê û rastê da, lê belê dîsa jî encam nîne. We nekarî ne malbata xwe, ne jî hevjîn û dostên xwe ji merhebayekê xelas bikin. Wê demê me ji vê jiyanê çi fêmkir? Gelo em dikarin ji vê re bibêjin jiyan, an jî azadî? Bihizirin û di mijara jiyanê de plansaziyên baş ava bikin. Bibin rêxistinêr û çalakvanên baş. Ev dê riya jiyanê raberî we bike. Dê derfetên hezkirinê bide destên we. Dê ji bo gihiştina dinya hezkirinê derfetan amade bike û wê demê hun dikarin bibin evîndarek. Di gelek nameyan de wiha dinivisînin. “evîndara wiha û wisa” ez ji van peyvan şerm dikim. Bi heqbûna min, vê gavê hîna baştir tê fêmkirin.Li gel me zêde evîndar nînin. Ev asta ku heye ve gihiştina wê jî gelekî zehmet e. Çi kêfxweşiyeke ji bo wan hevalên ku gihiştine asta ku me diyar kiriye, hemû gel û rêhevalên wan ji wan re dibêjin, heyînên me yên evîndar. Gihiştina rengekî wisa bi tenê şertekî ku me diyar kiriye ango serkeftî şerkirin, qehremanbûn û egîtbûnê ve gengaz e. Ev yek jî bi zanebûnê, bi jêhatiyên polîtîk û leşkerî yên cidî ve gengaz e. Ger hun wiha bin, ji bo çi em ji we hez nekin? Ji bo çi em ji bo we çepikan lê nedin, ji we re nebêjin, ji pîroziyan hîn pîroztir cihê we heye?

Ji bo çi ez xwe layiqî tiştekî erzan û cihekî ku min heq nekiriye bibînim? Ev yek dibe sextekarî. Tê wateya ku ez xwe û yên din dixapînim. Ez vî tiştî nakim. Lê belê ji bo dîtina riya rast jî mijulbûnên min hene. Bêyî ku zêde xeletiyan bikim, ji rê derbikevim û tevlîhev bikim ez hewldanan nîşan didim. Helwesta min ev e. Ez li we gelekan temaşe dikim, hun ji me dixwazin ku, em we weke zarokan li ser destan bigrin. We xwe ne aniye astekî ku hun cidî werin girtin. Ezê çawa ji we hez bikim? Ez bi hêsanî ji kesekî hez nakim. Gelo ev xwe gelekî ecibandin e, gelo ev qas rexnekariya min, ji ber ku ez tu tiştî rast nabînim e? Naxêr, ev hemû tişt ji bo yê rast, ê ku tê ecibandin derxistina rastê ye. Hunê rexne bikin, lê belê piştre jî hev biecibînin, gelo hunê bi vê çi bi dest bixin? Gelo ma hun dikarin du kesan bînin gel hev? Lê ez dikarim bînim gel hev. Mirov bi min re hatine gel hev û hîn jî tên.

Di nava partiya me de, em mirovên hez dikin û rêzdariyê nîşanê hev didin li aliyekî bihêlin,yên ku hev weke rêhevalên dilsoz pêşwazî dikin gelekî kêm in. Gelo çend kes, ji bo ahengî, yekîtî û şerekî hevpar dikarin werin gel hev û bi hev re kar bikin? Ger hun nikarin werin gel hev gelo ma wê demê hunê behsa kîjan hezkirin û rêzdayînê bikin? Hun di vê mijarê de xwe dixapînin. Ev yek jî rewşa pêkneanîna ahengiyeke rast û hev ne ecibandinê rave dike. Hev ecibandin di çarçoveya şer û li gor têkîliyên şer bi hev re meşê ve çêdibe. Hunê ew kesên ku bi hev re dimeşin, nekine kadroyekî baş bi ser de jî hunê bibêjin, “me hev eciband” bi vî rengî him hun xwe dixapînin, him jî têne xapandin. Di we de ev kêmasî hemû hene û hun ketine nava van xeletiyan.

Weke ku min diyar kiriye, sererastkirina vê yekê jî şer dixwaze. Ez naxwazim vî karî daxînim astên hunerî û estetîkê. Pêwîste ew jî werin bi dest girtin.Di şoreşên giştî de bi taybet jî di şoreşa me de pêwîste mirov balê li avakirina hunerekê bikişîne. Pêwîste milîtanekî şoreşger çalakiya şoreşgerî weke hunerê bineqişîne. Şoreş, hunera herî pîroz e. Şoreşger jî, hunermendekî herî mezin e. Dema mirov balê li vî tiştî bikişîne, pêwîste hun hizrên xwe hest û çalakiyên xwe heta fîzîka xwe weke hunermendekî bi pêş bixînin. Ev yek hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ne. Hunermendiyek û dema ku pêwistiya wê hate bicihanîn, jiyan û dinya hezkirinê wateyeke bi dest dixîne. Pêwîste şoreşa me weke din neyê fêmkirin, weke din neyê şîrovekirin. Dibe ku gelek kes, şoreşa me weke tevgereke hilweşandinê bibîne, dibe weke tevgereke hêrsê binirxîne, lê belê tevgera me, tevgereke jinûve avakirinê û nirxa herî pîroz dayîna hezkirinê ye. Tevgera ji bo hestan û hezkirinê bi rengekî herî rast û herî pîroz gihiştinê ye. Ev yek tê çi wateyê? Tekoşîna di wir de û şêwazê meşandina rêxistinê, şêwazeke herî nêzî tekûzbûnê ye. Kesayetên wan jî bi qehremanî ye. Sererastkirina bi vî rengî ye.

Tevgera azadî ku di bin berpirsyariya me de bi pêş dikeve, pêwîst nake mirov nîqaş bike ku wiha bi pêş dikeve. Ji ber ku tiştên têne vegotin, çîroka rastiyê ye. Tê dîtin ku weke di hemû şoreşan de çêbûye, di şoreşa me de jî saziyên ku pêwîste werin rûxandin û werin derbaskirin, bi qasî ku di van saziyan de têkîlî, feraset û azweriyên werin derbaskirin hene.Ew qasî jî saziyên ku li şûna van jinûve werin avakirin û nirxên mezin hene. Hizirandina rast û nêzîkbûna rast di astê felsefîk de fêrbûneke exlaqî ye û zanistiyê ve girêdayî ye. Ya herî girîng jî girêdaniya vê bi çalakvan, rêxistinkar û şêwazên şer ve gelekî berfireh hate destgirtin. Di giştî de ji bo hemû şoreşan wiha ye. Ji bo şoreşa me jî bi vî rengî ye. Ger ev welatê me Kurdistan û herêma ku ew tê de cih digre Rojhilatanavîn be, dest girtina bi vî rengî hîn zêdetir girîng e.

Vê gavê bi tenê em dikarin pirsgirêkan danin rastê û li ser riyên çareseriyê yên ku çêbibin rawestin, nîqaşan bi pêş bixînin. Tişta herî girîng jî, em bi milîtanî nêzî pirsgirêkê dibin û girêdaniya wê ya bi şer ve gelekî baş datînin. Encamgirtin sebreke mezin û hostetiya hewldanê dixwaze. Weke din em ji şoreşê re xirabiyê neynin. Bi taybet em bawer in ku, şehîdên me li ser vî bingehî bi jiyanê ve girêdayî bûn. Naxwe, wan bi vî rengî xwe feda nedikirin. Herî kêm ji bo şahadet û wesiyeta wan, bi şoreşeke wiha bersivandin tê wateya layiqbûna bîranîna wan . Ev yek rastiyeke kûr e ku gelê me li ser vî bingehî derfetên jiyanê di me de dibîne, her tiştê xwe fedayî şoreşê kirine û tevlî vî tiştî bûne. Dibe ku hun ne di zanebûna vê yekê de bin jî.Ji ber ku gelê me ketiye zanebûna vê jiyanê,hun li vê derê ne û li hemberî zehmetiyên mezin li ber xwe didin.

Emê rastiya şoreş, partî û şer ji her demê zêdetir bibînin. Emê dîsa bibînin ku ji bo em ber bi dinyayeke bikaribin hîna zêdetir tê de bijîn, tevlî şoreşê bûne û bi qasî ku me ev yek dît, emê kar bikin û bi wî rengî hîna baştir bibin. Bi qasî me mezinbûna wê hîskir, hizirandina wê hate kûrkirin, çalakî û rêxistina wê gelekî pêwîst hate dîtin û hate serxistin emê bibînin ku gihiştina dinyayeke em tê de bikaribin bijîn û jê hez bikin ava bûye. Gelê me bi tenê ev welatê me yê ku tê de şopeke hezkirinê û jiyanê nehatiye hiştin bi vî rengî şerkirinê ve dê bigihê welatekî ku mirov dikare tê de bijî û rastiyeke gel ku mirov jê hez bike. Şoreş ji bo vê yekê pêwîst e. Şoreşger jî ji bo armancên wiha yên pîroz vê fedakariya mezin û wêrekiyê raber dikin, hewldanan pêk tînin. Tu asteng nikarin wan ji armancên xwe yên pîroz ên wiha û dinya ku ew dixwazin biafrînin dûr bixe. Di destpêkê de ew çi qasî lewaz dibin bila bibin, em dizanin ku ew dinya, dinyayeke afirandinê ye û li ser vî bingehî her cureyê afirandêriyê û hewldanê pêş dixin. Digihên jîneke wiha û dinya hezkirinê.

Tiştên ku hatine diyarkirin girîng in. Pêwîste encamên gelekî dorfireh jê werin derxistin. Em di bin bandorên pirsgirêkên kesayetê de ne. Bi taybet ew rewşên ku di têkîliyan de hatine afirandin, zextên dijmin jî bi me dane jibîrkirin. Li hemberî erkên jiyanî, watedayîna têkîliyên we me dixe nava tengasiyê. Ew jî tê fêmkirin. Ev êşên şoreşgerbûnê ne. Lê belê pêwîste ku hun xwe dermankirinê jî bizanibin. Di rastî de em rûberûyê kesayetên gelekî binketî û xwe ji bo pejirandina her tiştî razandine ne. Ev yek me tengav dike. Ew nêvenga giran a demagojîk hêza gotinê lewaz dike, ew qutbûyîna ji dinya hizirandinê pêwîste were çareserkirin. Di heman demê de terbiye xwedî nirxekî zêrîn e. Hun ne dikarin bibin şagirt ne jî mamoste. Di vê dinyayê de hun naxwazin ne çavên we, ne guhên we ne jî mêjiyê we vebibe û bijîn. Derfetê di riya rast de bi hezbûnê heye. Hindekî bi ser xwe de biçin, hest û kesayeta xwe perwerde bikin. Derfetê perwerdeyê heye, weke din pêdîviyên xwe yên bingehî diyar bikin. Pêwîstiya serkeftinê di xwe de hîs bikin û bi ser bixin. Weke din ev kar nameşe. Xwe spartina hizirandina rast ve bijîn. Xwedî rêgez bin. Rêgezan bidin axaftin. Di vê mijarê de hindekî girêdayî bijîn. Pêwîste êdî bûyîna mirovekî biryarê hêza pêkanînê di xwe de bi ser bixin.

Deh kes kar dikin, yek xirab dike, bi erzanî dixwaze dest dayne ser. Êdî pêwîste em di vê mijarê de hêza xwe ya venêrînê (denetim) pêş bixin. Mirov dikare ji bo pirsa “çawa bijîn” bersivên hîna nêziktir bide. Li ser vê bingehê hun di derbarê jiyîna rast de, sondên balkêş dixwin. Lê belê gelo hun dikarin hetanî dawiya temenê xwe kesayeteke bi vê ve girêdayî bimîne nîşan bidin? Hun dê tengav bibin. Bi ya rastî, pêwîste em hetanî dawiya temenê xwe bi dilsozî girêdayî bin. Ev tiştên ku hatine diyarkirin, di nivîsandina gelek romanan de ristekî kilît dilêyîze. Dikare ji bo jiyanê nêzîkbûnên cihêreng û yê ku çareser dike, derfetan ava bike. Di pêşketina pîvan û jêhatiyên (yetenek) hilbijartinan de û têkîliyan de dikare risteke gelekî girîng bilêyîze.

Nêzîkbûna milkiyetê û malbûyînê (metalaşma) di têkîliyan de gelo rast e? Bi taybetî ew milkiyet û malbûna di têkîliyan de bi qasî aliyê exlaqî, ji aliyê siyasî ve jî tê çi wateyê? Li gel ku hêmaneke girîng e, xaleke ku hîna zêdetir were zelalkirin ev yek e. Li gel zayendîbûn (cinsellik) di tekoşîna siyasî de weke amurekê tê bikaranîn, milkiyet li ser tê kirin û weke malekî tê hizirandin. Nayê înkarin, ez di vê baweriyê de me, pêwîste ev yek nebe helwesta me ya exlaqî û siyasî. Di rastiyê de pêwîste malbûyîn derveyî exlaq û di polîtîkayê de nêzîkbûneke herî oportûnîst were nirxandin. Ev bi qasî ku di astê rêgezên giştî de rast e, di rastiya me de jî ev bi rengekî gelekî xeter tê jiyîn. Em vê yekê dibînin. Heta tiştê li gel me tê jiyîn, em dikarin bibêjin cewherê milkiyet û malbûnê ye. Ger ev yek bi vî rengî be, ev yek bi rêgeza azadiyê ve gelo nakeve nava nakokiyan? Em di wê baweriyê de ne, yekser di nava nakokiyê de ne. Ji ber wê jî, têkîliyên ku hun dijîn, her dem milkiyet û malbûnê diafrînin. Ev jî, tu têkîliya xwe bi rêgeza azadî û sosyalîzmê re nîne. Bi wê re di rewşeke nakok de ye. Lê belê ji ber sererastkirina civakî –ku ev aliyekî wê ava dike- giran derbas dibe. Têkîliyên nêzîkbûnên we, ji milkiyetê qutkirin cewherê wê yê ku xwe spartiye malbûnê tunekirin gelekî zehmet e. Bi qasî zehmet e, pêwîstî bi tekoşîneke serketî heye. Em xwe nekin mijara milkiyet û malbûnê. Milkiyet, ger bi rengê mal, bibe malê kesayet dibe ku wê demê hîna xetertir bibe. Ev rewş bi jiyîna lawirbûnê ve di heman wateyê de ye.

Şîroveya ku em ji bo rêgeza azadiyê tînin, gelekî jiyanî ye. Pêwîste ku em jiyana xwe şênberbûna xwe di navbera vê sêkuçê de çareser bikin: di lûtkê de rêgeza azadiyê, di seriyekî de malbûn û milkiyet, di seriyê din de jî fahişebûn û ji bin venêrîna rêpîvanan derketin. Gelo hun li kû dera vê sêkuçê ne? Pêwîste hun bi taybetî di vê mijarê de xwe lêpirsîn bikin. Ev di cihekî de pevçûna mirovahiyê ye. Di nava vê de, rizgariya netewî jî heye, azadiya civakî heye, şer jî heye û aştî jî heye. Ev hemû bi rast destgirtina sêkuçê ve gengaz dibe. Di lûtkeya sêkuçê de ango di xala azadiyê de cih girtin, yekem riya gav avêtinê ye. Yek jî gelo ma ji bo çi hun dikevin sêkuça ku şeytan ava kiriye, hunê xwe çawa jê biparêzin? Karê we zehmet e. Ev hemû rewşên bi nexweşî ku civaka çînayetî afirandiye. Ev xwe di hemû têkîliyên mirovan de, di hemû qadên jiyanê de nîşan dide. Ya herî xirab jî, ew saziyên fuhûşê yên ne fermî gelekî belav bûye. Di her bajarî de peyda ye. Tê diyarkirin ku di gundan de jî pêş dikeve. Ji vê re bi qedexekirin û çalakiyê ve bersiv dan têr nake. Di mijara plansaziya malbatê de tişta ku pêş dîtiye, bi teknîk, exlaq, bi taybetî jî pergalê re girêdaniya xwe heye. Ji ber wê sedemê pêşîgirtina wan gelekî zehmet e.

Dîsa ji bo têkîliyên ku di temenên biçûk de ku kolebûn çêdibe, ji nişka ve bi zagonan ve bersivandin, bûyîna çareseriyeke mayinde dûr e. Em di vê qadê de jî pêdiviyê bi şoreşekê dibînin. Li gor min bêyî şoreşeke bingehîn pêk were bersivdana van hêmanan gelekî zehmet e. Ev hebe yan jî nebe bersivdaneke di wateya dest lê dana seriyekî ye. Ev jî qet têr nake. Jixwe bi destgirtina bingehîn a vê pirsgirêkê ji ber giranbûna wê ye. Gotina min a “ger gengaz be ji nava we hindek kes bila di vê mijarê de kûr bibin, bibin milîtanên bingehîn ên vî karî, bibin kesên ku rêpîvanan datîne û dimeşîne” vala nîne. Ev hêman bi hewldaneke cewherî û şîroveya exlaqî ve pêkanîn şert e. Ger ne wiha be, bi dîtînên dawî yên teknîkê û zextê ve pirsgirêk ji çareserkirinê dûr e. Bêguman di bingehê têkîliyan de taybetmendiyên damezirandinê radizê. Hoste jî li ser vî karî zêde nesekinîne. Ev pirsgirêk xwedî taybetmendiyeke ku herî zêde hatiye têperandin. Dema mirov di vê mijarê de li têkîliyên Marks û Lênîn temaşe dike tiştên ku anîne ziman mirov bibêje, girêdaniya xwe bi sosyalîzmê re heye zehmet e. Ez wisa texmîn dikim, têkîliyên ku di avakirinê de bi giranî têkîliyên bûrjûva ne. Sosyalîzm di mijara malbatê de ev qasî kûr nebûye. Wê gotinên sosyalîzmê yên nû ku di derbarê malbatê de bibêje hebin. Herî zêde jî rewşa bûyîna hêza çareseriyê, herî zêde di sosyalîzmê de peyda ye.

Em dikarin bibêjin, şoreşa me di vê mijarê de jî yê gelekî ji xwe bawer be. Jixwe nêzîkbûnên ku hetanî niha me ji bo têkîliyan aniye, heta sînorkirin ji bo çareserkirina van mijaran de, dibe ku bibe serê ta. Lî şûna ku hun xwe di rewşa rizgarbûnê de bihêlin, ger hun di vê mijarê de dilsoz bin, tu carî zilam nikarin li hemberî we jinan bi şêweyeke ku hun naxwazin bi nêzîkbûnên ku hun naxwazin nêzîkî we bibin. Ji ber ku hun bi çeka tekoşîna azadiyê ve bersivê didin. Ger hun vê çeka azadiyê li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên xwe bi kar bînin, yek zilam jî nikare nêzikî we bibe. Ger hun bi lewazbûnên xwe yên jinbûnê ku piralî ne bersivê bidin aliyekî hun nabin jinên azad, dê koletiya we jî berdewam bike. Gelo ma hun wê hêzê di xwe de dibînin ku, bibin jina azad? Ma hêza we ji bo vê yekê heye? Ew hêmanên ku bibe şêweyê bersivê ji bo pirsa jina azad ki ye? Yan jî jina ku were amadekirin kî ye, we girtiye? Ji ber ku hun wê nikaribin bigrin, hunê nikaribin tekoşînê jî bimeşînin.

Em dixwazin jinan nas bikin. Tiştê ku min di piraniya jinan de dîtiye, nekarîne xwe ji mijarbûna malbûna zayendî derbixin. Zayendîbûna xwe hîn jî ku serdestan bi sedan salan heta bi hezaran salan teşe dane, li ser bingehê weke amûrekî dixwazin bi kar bînin. Xwestin vê yekê li ser min jî pêk bînin, ez ji wan hindekî din şiyartir im. Naşibim zilamên din. Ji ber ku min xwe baş rêxistin kiriye. Bi hêsanî nikarin min bînin lêyîstokan, nikarin min bixapînin û bi binbixin. Ev jî şerek e, em bi qasî şerê li hemberî dagirkeriyê, di şerê paşverûtiya jinê de jî hoste ne. Gelo ma zilamên wiha hene? Sê hevalên min ên zilam hebin, emê dinyayê birûxînin. Ger zilam xwe şaş binirxîne, dê jinê bi bin bixe û dikare bike kole jî. Ev ne riyek e ku bibe hilbijartinek. Min li hemberî paşverûtiya jinê tekoşîn meşand. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîste bi vî rengî be. Ew xefikên ku zilaman danîne, bi xwe ketine tê de. Ew xefik çi ye? Wisa bawer kirine ku ger jinê bixin rewşeke ku jin bibe mijara milkiyetê wê ji bo wan bibin malekî baş. Jin jî ji ber ku hebûnekî zindî ye, helwest nîşan dide. Ev helwest jî zayendîbûna xwe weke malekî dinirxîne, xwe dispêre wê û plansaziya jiyana xwe pêş dixe. Dinya jinê jixwe li ser vî bingehî çawa xwe pêşkeş bike û bi vî rengî çawa xwe bilind bike, ava dibe. Di rastiyê de şertê exlaqê mêrbûnê ya di civakê de bi vê rastiyê ve ye. Di bingehê dinya zilam de jî, ji bo ku milkiyeta xwe ya li ser jinê biparêze serî li zextê dide. Dîsa weke encamekî xwezayî ya milkiyetê ji bo ku jinê bike weke malekî û bixe rewşekî ku weke amûrekî ye. Ji ber ku malxweyê malê ye, vê yekê dike armanc. Hemû saziyên di civakê de vê weke helwesteke exlaqî tê digihên. Bi vî rengî tevnekî(ağ)gelekî bihêz ava dibe û jin nikare nefesê jî bigre. Bersiva jinê ku di nava vê tevnê de bide jî, “ger we min bi vî rengî kir, ezê jî zayendîbûna xwe bi şêweyekî herî xirab weke çekekê bi kar bînim û we bikirim.” Ev jî tê wateya malbûna ku kiriye mal.

Di rastiyê de ev rewş dihêle ku mirov ji nav têkîliyê dernekeve. Ew gotina “fêhlê jinê zilam bi binxist” ji bo vê hatiye gotin. Ew tevgera zilam a çewisînêr hiştiye ku ketiye vê rewşê. Lêyîstokên jinê hiştine zilam bikeve rewşeke xirabtir. Di têkîliyan de hev xistineke balkêş durûtî û xeribî tê jiyîn. Ew bi yek peyvê ve zinixî(iğrençlik) ye. Ma têkîliya di navbera zayendan de dê wiha bûya? Ez vê hîn jî bi metirsî pêşwazî dikim. Mixabin, hun hemû vê yekê dijîn. Li gel min di giştî de bi vî rengî xistina têkîliya jinê helwesteke gelekî zinix, kirêt û derveyî exlaq tê dîtin. Ez xwe bi xwe dipirsim, gelo ev çawa dijîn? Ji jiyînê wêdetir hîn a kirêtir dikin. Jinê weke malekî ji sukê dikirin, mirov pejirandina vê ferasetê ya bi vî rengî, gelekî bi zehmetî dike. Ev feraset bi tenê wateya çors de nayê jiyîn. Weke ku ketiye nava hestiyên têkîliyan.

Min hêvî kir ku hemû têkîlî ji ber pêwîstiya van rêgezan ava bibe. Min ew ji bo xwe weke pîvan girt, ez çareseriyê di vir de dibînim. Ji bo min pirsgirêkên din ên ku tên jiyîn talî ne û wekhev in. Tiştê ku ez dixwazim vê gavê di Tevgera Azadî de bi ser bixim her çiqasî teorîk heta sembolîk be jî, di dema pêş de bi nêzîkbûneke cewher di rêya wê de were şerkirin û bikaribin hêza nêzîkbûnê raber bikin û hêzê bidin jiyanê. Ew jî bi emperyalîzmê, faşîzmê, cehaletê, rastiya malbatî ya heyî, heta hemû sazî û dezgehên civaka me re bi şerkirinê ve ava dibe. Piştî wê tişta girîng gihiştina mezinahiya ferasetê rastiya ku em çi qasî vê ferasetê di jiyana xwe de pêk tînin e. Tişta ku ji van hemû tiştan were fêmkirin ev e. Em vê mijarê ji aliyê civakî, malbat û ji aliyê kesayetê ve bi kûranî dest bigrin. Ji bo peydakirinê di serî de, ji bo çareseriyên razber (soyut) û sembolîk jî pêdîvî heye. Berê dema ku min rewşa jinê ya koletiyê didît, yekser min klasîkên sosyalîst hembêz dikirin. Ji bo gelo ezê bikaribim çareseriyê bibînim? Ketime nava felsefe û qadên dişibine vê. Di rastiyê de hindek jî ji bo ku ji vê pirsgirêkê xelas bibin vî tiştî dikin.

Di rastiyê de pêwîste rewşa min were lêpirsîn.Ew hêmanên ku min bi pêş xistine û hizrên ku min rexne kirine tên çi wateyê? Rayedarên MÎT’ê jî dibêje, “ez dizanim ku Apo bi saet bi saet li kû dera Bekaayê dimîne, lê belê tişta girîng, li kû derê ye nîne, çi dike ye?” ew zilam jî dihizire ka, “Apo çi dike?” dixwazin tiştekî bikin. Ji bo wê jî dixwazin hîn bibin ku ka em çi dikin.

Bi tevî hemû hewldanên min tişta ku rêhevalên me yên jin afirandine bi sînor dimînin. Mînak, nêzîkbûna herî wêrek min nîşan da. Di hatina jinê ya gel hev, di kişandina wan a çiyan, di kişandina wê ya ji nava saziyên kevneşop, min hewldaneke mezin nîşan da. Hemû dinya dizane ku ew gelekî balkêş e û pêşketineke di asteke pêş de ye. Dîsa jî ez vê yekê kêm dibînim. Ew pirsa jin û zilamê werin pejirandin kî ne? jî girîng e. Ger gengaz bûya me bikaribiya vê kesayetê bi roman, sînema û curên din ên hunerê ve bi serkeftî nîşan bidaya. Kesayeta jin û zilam ku em esas bigrin, divê çawa be? Çawa bijîn? Di vê mijarê de dahûrîn (çozûmleme)amurê herî girîng e. Ez di vê mijarê de gelekî hesas im. Jina weke barkêşan (hemal) zilamekî wekî tirpan çend qirûşan dikin? Armanceke herî girîng a şoreşê jî afirandina mirovê ku pê re were jiyîn e. Berovajî hun ji vê yekê direvin. Gelo ma hun dizanin, ji bo çi direvin? Ji ber ku hun kirêt in, direvin. Ez kirêtbûnê, tenê di wateya fîzîkî ne, di wateya giyan (ruh) û hizirandinê de jî diyar dikim. Dinya giyan û hizirînê li gel we gelekî tevlîhev e. Şoreşgerî “bûyereke hunermendiyê ya mezin û artîstiyê ye”. Hîn ez jî dihizirim, ka gelo serdestiya şoreşê ez di xwe de çawa temsîl dikim? Ez her roj xwe bi rengê “gelo ez şoreşê dikujim, şoreşê kirêt dikim?” lêpirsîn dikim. Ev yek tê çi wateyê? Ev tê wateya min çi qasî têkîlî sererast kirine. Ger ez vî bi ser nexim, ezê xwe wekî tawanbarekî mezin bibînim. Lê belê hun van pirsan ji xwe napirsin jî. Mirov bi rewşa we diêşe. Ew kesê ku mirov nêzî bibe, bi hev re aram be û were pejirandin kî ye?

Di rastiyê de şoreş mezinbûneke cuda rave dike. Ev hêmanên ku di rêya wê de bi hezaran berhem hatine nivîsandin, em nikarin bi carekê ve di rastiya xwe de çareser bikin. Lê belê dîsa jî em nikarin ji nedîtî ve werin û ser vê pirsgirêkê bigrin. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkê dîtînê bingehîn in. Berovajî mirov dibe reformîst. Gelo ma mirov bi hêza şoreşê jinê çawa bîne rewşa hezkirinê û rêzdariyê? Ger em wiha nekin, em nikarin bersivê bidin pirsa “gelo jina şoreşger kî ye?” Ger jin wiha nekin dê bibin kesên kirêt, ji nedîtî ve werin û yên ku her kesek dixwaze jê bireve. Di heman demê de mirov dê bibe dîlê azweriyên xwe yên ezez û nikare xwe rawestîne. Êdî gava destpêkê û gava dawiyê ya vî karî tuneye. Pêwîste were serxistin, nikare xwe bi xapandinê bide pejirandin. Ne dikare zayendîtiya xwe erzan bi kar bîne, ne jî bi hewldaneke çors dê bi ser bixîne. Rêhevalên me yên jin, bi gotina “ez jî çekê bi kar tînim” vî karî bi ser naxîne. Hun dê bi hêmanên çareseriyê ya şoreşgerî yên piralî û kûr ve bibin bersiv. Ev gelekî zehmet e. Lê belê şêweyê pejirandina milîtanên şoreşger di vê çerçoveyê de ava dibe.

Jixwe emê jî jina şoreşger biafrînin. Rêhevalên me yên jin navenda vî tiştî ne. Ez bi vê pirsgirêkê ve ew qasî mijûl dibim. Ji ber ku pêwîste mirov azwerê azadiya jinê be. Hêmana ew qas bingehîn a jiyanê çavên xwe lê girtin, layiqê şoreşgerekî cidî nîne. Ger ne wiha be, mirovê bibe şoreşgerê pergala serdestiya zilam, ev yek jî ne li gor min e. Çavkaniya herî bingehîn a jiyanê anîna ber çav a pêwîstiya xwe bi azweriyeke mezin heye. Gelo ev yek li gel me heye? Gelo dema ku mirov dibêje azwerî hun çi fêm dikin? dema hun têkîliyeke jinê ya rêzê dibînin, dibe ku ji bo we her tişt xelas bibe, di rastiyê de ew ji bo me ne wisa ye. Hîn zêdetirê wê pêwîst e. Gihiştina rastiya jinê pirsgirêka gelekî zehmet e. Vê gavê bi qasî nêzîkbûnek avakirinê, gihiştina asta hêza siyasî jî pêwîst dike. Bûyîna hêzeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê dê sudwer be. Di demên derbasbûyî de pêkanînek jî jin li qesran û hareman dihate girtin hebû. Ew di serdema koledarî û feodaliyê de hate jiyîn. Dema ku em li kapîtalîzmê temaşe dikin, ne tenê jin hemû mirov weke koleyan in. Lê belê yê jinan hîna zêdetir e. Kapîtalîzm, vî tiştî bi şêweyekê ziravtir dike. Piştre sosyalîzm derkete holê, çareseriyekê pêk tîne ku van hemû tiştan digre dijberî xwe û girêdaniyekê diafrîne. Wêneya li gel me hîn cihêtir bi pêş dikeve.

Emê vê pirsgirêkê çawa çareser bikin? Çareserî bi “min kirî-min firot” ve çênabe. Bi gotina “em li hev hatin” ve jî nabe. Diyarkirina pirsgirêkan tenê dahurandin nîne. Ji bo me bi destxistineke mezin a hestan ji aliyê cewher û naverokê ve gelekî pêwîst e. Ger hêza we têr bike beriya hun bibêjin “ajoyên me şiyar bûn” bi rengê “ew têkîliya ku girêdaniya xwe bi her cure paşverûtiya me ve heye, emê nêzîkbûneke çawa raber bikin, emê çawa çareser bikin?” bihizirin. Bi avêtina derveyî tekoşînê ya jinê û bi qezenckirinê ve ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Pêwîste em hev bi rengê li gor çareseriyê biguherin. Li ser vê bingehê em hev bigihînin dinya dilsoziyê, dostaniyê û hezkirinê û wisa jî bi pêş bixin. Di vê xalê de ez dixwazim xwelêpirsînkirinê bi pêş bixim. Di nava partiyê de misogere ku dê di vê mijarê dê zext çênebin. Lê belê hindek jî ji ber ku zext nîne nikare xwe bispêre erk, hêz û fîzîka xwe û vî tiştî îstîsmar dike. Wê demê emê bi jinê re baş ji hev fêm bikin. Jin dê bikeve rewşekê ku hindekî din zilam bipejirîne. Wê demê plansaziya malbatê, kerxane dê ji pirsgirêktiyê derbikevin.

 

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close