RÊBER APO

Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De Îfade Dike

Weke asta azadiya şoreşekê, bi asta têkiliyên wî yên azad ve girêdayî ye, weke xweser jî bi têkiyên jin û zilaman ve pir girêdayî ye. Azadbûn, di wateyekê de hêza nîqaşkirin, bîryar girtin û meşandina têkiliyên di navbera kesayetan îfade dike.

Têkiliya azad, nayê wateya bi hev re bûn ê. Têkiliya azad, tê wateya qezenc kirina hêza azad, hizirîna azad û çalekiyê. Ev têkilî, yekparebûna şexs îfade dike, wî/wê dixe nava çalakiyê. Vîna azad serbixwebûn e. Yên têkiliya azad qezenc kirine û dibin bandorên cûrbecûr de felç nebûne; neketine bin bandora vîn an,  neketine bin kevneşopiyan, toreyan û siha wan, xwedî vîna azad in. Vîna azad ew e ku mirov çi li hemberî dewleteke emperyalîst ya herî xurt, çi bi kevneşopiyeke girêdayî be, ger pêwîst be li hemberî wan jî bisekine. Divê em azadbûnê pir fireh pênase bikin. Dema azadbûna wisa hat jiyîn an jî dema têkiliyên azadbûneke wisa hatin pêşxistin wê demê mirov dikare behsa têkiliyên azad bike. Ev bi tevahî reftariyên xwe ve yên gel in, dikare encama reftarên xwe bixe hesabê û berpirsyartiya wê rake. Ji xwe wateya hevoka azad, tê wateya pêşketin û pêşdeçûn ê. Şexsiyetên ku xwe gihandine vê xalê, di têkiliyên xwe de azad in. Dikare bê gotin serkeftina azadiyê, têkiliyên azad pêşdixîne. Bi kurtahî, dikare di vê wateyê de, di têkiliyên azad de rol bilîze. Em hewil didin hineke din vê mijarê vekin. Ji ber divê bê zanîn ku li ser vê gelek lîstikên mezin tên lîstin. Ajoya her ku diçe tune dibe û dibe fahîşe jî ajoya zayend e. Li gorî min ajoya mirovahî ya ku pir kêm hatiye fêm kirin û jê re kêm wate tê dayîn ajoya zayend û têkiliya wê ye. Di gelemperiya dîroka çînî de heta niha rewşa dibin bandora nîzama civakî, siyasî û aborî de mijara gotinê ye. Di asteyeke diyar de ajoyeke xwezayî ye, lê bi paşeroj û bi pêşeroja xwe ve ew anîne rewşa tişteyek, maleke ku herî zêde xirap tê bikaranîn. Çima têkiliyeke ku divê bi teqez azad û xwezayî bê jiyîn anîne rewşeke wisa? Divê di vê mijarê de dîrok û civak bê rexne kirin. Ji ber ya serdest bûye di asteke mezin de, qedexeyên tund bûn. Zayendî dibin qedexeyên giran de ye, ev aliyekê wê ye. Di aliyê din de şopa mulkiyeta giran radike. Bi nêzîkatiya kirina mal-milk, mal kirinê ve ew anîne rewşa nexweşiyê. Ev, hema hema di nava civaka Kurd de jî wisa ye. Di rastiyê de li gorî çîn û tebeqeyan hatiye rêkûpêk kirin û ev pir kirêt e.

Weke asta azadiya şoreşekê, bi asta têkiliyên wî yên azad ve girêdayî ye, weke xweser jî bi têkiyên jin û zilaman ve pir gêdayî ye. Azadbûn, di wateyekê de hêza nîqaşkirin, bîryar girtin û meşandina têkiliyên di navbera kesayetan îfade dike. Civakên ku kesayetên wisa çêkirine, weke civakên azad jî tên nirxandin. Ji civaka ku civakên wisa çêkirine re jî tê gotin civaka azad. Şoreş, di vê wateyê de, di asta herî bilind de çalakiya azad kirina civakê ye. Ger pêwîstiya civakekê ya bi awayekî şewat, lez û gelemperî bi azadbûnê hebe, tişta ku divê bê kirin jî, şoreşeke dijwar ji wê civakê re ferzkirin e. Ez behsa tehlîlkirina di nava jiyana partiyê de dikim. Bi tehlîl kirinê ve asta şoreşger pêşxistin, di heman demê de tê wateya pêşxistina şoreşgeriya di nava van têkiliyan de, pêkanîna azadî û rêxistin ê. Em jiyana di nava partiyê de ew qas bikin şoreşger û ji lewra azad bikin ku, bila êdî zirara ku şexsiyet didin partiyê tenê ji wan re bimîne, ev zirar bi wan re bi sînor be an jî dema bi partiyê lîst, yekser di dema xwe de bersiva ku pêwîst dike bigre. Tedbîra herî girîng a ku min girtiye ev e. Asta azadî ya ku ez li ser tehlîl û têkiliyan ferz dikim, mîsoger ji piştrast kirina vê re têr e. Ev jî şerek e, bi pevçûyîn û dem dem jî bi lihevkirinê ve tê meşandin. Ger erk neyê piştçav kirin, mîsoger dê partî qezenc bike. Ji lewre ger şer tê meşandin, dê bê qezenkirin!

Tişta ku em jê re dibêjin azad kirina di nava partiyê de, çi ye? Hun bi me re di nava têkiliyan de ne, bi gelemperî tevahî Tevger û tevahî qadên pevçûyînê di nava têkiliyên diyar de ne, lewma girêdanên wan hene. Rêberî li vir çi dike? Dibin navê Rêberî de kesekî çawaye ku dikare kadroyan bi rêve bibe û rêve dibe? Divê hun careke din jî, li dîroka partiyê binêrin. Tevî nebesî û girêkên kor, çawa ev kar ew qas hatin pêşxistin? Çawa bi du gotinan gihişt tehlîlên tevlîhev? Îstixbarata çîna serdest a darbe li tevahî raperîn û rêxistinên mixalif xistiye -em di roja me ya îro de ji vê re bêjin kontra- weke tevahî rêxistinên din hilweşandibû, çawa bû ku nikarî Teevgera Azadiyê hilweşîne, bi perçe kirinê ve bê serkeftin nehişt? Divê mirov van bihizire. Cara yekem li vir serkeftina li dijî dewlet û baskên wî yên ku dirêjî nava şoreşê kiriye, mijara gotinê ye.

Dema em vê şêwaza têkiliyên azad pêşdixînin, em tenê tehlîla bandorên dijmin ên yekser û neyekser, dîsa bandora taybetmendiyên eşîretger-feodal û bandora nêzîkatiyên malbatê nadanin holê, lê em vê hîn zêdetir kûr dikin. Divê hîn zêdetir em bersiv bidin ya rast. Em tiştên ku divê şûna mijara ku wê bê hilweşandin dagire, tenê di asta leşkerî û siyasal de nagirin dest, em vê heya têkiliyên dûkesî kûr dikin. Divê her cûreya asta têkilî û nêzîkatiyên bi hevaltî çawa be? Dema weke şêwazê têkiliya herî xwezayî di civakê de têkiliya malbat dibe mijara gotinê, bi taybet, dema têkiliyên di malbatê de, têkiliyên jin-zilam an têne li nava partiyê û ev têkilî dibe mijara gotinê, em wê demê tehlîlan dadixînin asta azadiya gelemperî, têkiliyên jin ên azad û weke têşeya vê ya xweser dadixînin asta têkiliyên di navbera jin-zilaman de. Ji ber derkete holê ku ji bo em şer hîn zêdetir pêş bixin divê kesayet bê azad kirin. Ji bo kesayet jî bê azad kirin, divê têkiliyên malbat û jin-zilam bê tehlîl kirin, derbaz kirin û asta zanistiya azadiyê bê kûrkirin. Jin her ku diçe bi hejmareke zêde tevlî refên azadiyê dibin. Saziyeke malbatî ya ku jê tê revîn heye. Lê tê xwestin ku şûna vê çi bê dagirtin? Her roj têkiliyên ku perçe dibin hene. Şûna vê tê xwestin çi bê pêşxistin? Divê em şer di vî alî de jî bigrin dest. Em li dijmin dixin, em bermayîyên feodal perçe dikin û belav dikin. Lê şûna wê em dê çi, çawa damezrînin? Em vê bi welatekê azad, civak û gelekî azad, kesayetên ku azad bûne, jin û zilamên azad bûne ve dibersivînin.

Wisaye ku ev jî gelemperiyek e. Ger bi gelemperiyan ve her tişt çareser bûba, dê wê demê şoreşa me ji zû ve gihiştiba encam ê. Xalên pir gîrîng ên divê di şexsiyeta jin de bê tehlîl kirin hene û me hinekê jî ev kar di pêş de bir. Di tevahiya dîrokê de jin çawa hat winda kirin, jina ku kişandine malbatê, di heman demê de, çawa kişandine koletiyê, her ku kirin malê şexs, çawa ji azadî û ji şexsiyet hate dûrkirin, her ku ji pêkhatinên dînamîk ên civakê hate dûr kirin çawa kete rewşa girêdayî? Ev tevahî bi berfireh hatin vekirin û me ev rastî danîn holê. Hat fêm kirin ku ev ne weke pêwîstiya binesaziyeke xwezayî ye, bi çînbûn û bi şaristanî bûyînê ve pêşketiye.  Çawa li ser van gelan û netewan mêtingerî û zext pêşxistin, hinek li jor de girtin û hinek jî lewaz kirin, di nava zayendan de jî heman zext çêkirine. Ji lewre weke her aşîretê ku rizgarî û azadî dixwaze, heta weke her gel û civak an, erka jinê heye ku zayenda xwe jî rizgar bike. Dema bi şoreşê ve rizgariya netew û çînahî çêbû, dikare bê gotin ku dê wê demê asta jinê jî nêzî wekheviyê ango rizgariyê bibe. Di rastiyê de ev bi gelemperî kirin li gel rast bûnê, têr nîne. Wêdatira wê, di nava dorhêla partiya me de ev têkilî di wesfeke bê ferasat de ye, bê ahenge, ne wekhev e, ji coş û ji hezkirinê dûr e, erzan, tewanbarker, girêdayî ye, dixe û difetisîne.

Civaka me dema girêdaniyên malbatî çêbû, têkiliyên bi jinê re rewa dibînin; yan jina wî ye, ji ber vê her cûreyên têkiliyê rewa dibîne, yan jî mirovê wî ye, an keça wî ye, an jî xwîşka wî ye, têkiliya xwezayî çêdike. Ev jî di asta peyvîn û nîqaşan de ye û pir bisînor e. Çi jinek nikare bi zilamekî din ku ne mirov ê wê ye,  ne jî nêzîkî wê ye re bipeyve, ev tewanbariyek e. Ji xwe weke ji jinê re tê gotin “xwe tevlî karên ji bejna xwe mezintir neke” nayê hizirîn ku jin xwe tevlî wan karên ku tê behskirin bike. Pîvanên jin ên wisa hatine rûnişkandin ku çi qas kêm biaxive, çi qas bê tevger be, çi qas nîqaş neke, çi qas bîryar negire û nebe xwedî hêz, ew qas baş e. Heta mal-mulk ne ji bo wê ye. Ji civaka me re ji xwediyê xwe re serî tewandin, li gorî xwediyê xwe bûyîn û weke kole pêve hatina girêdaniya jinê, weke erdem hatiye daqûrtandin. Têşeyên girêdanên wisa pir zû em veciniqand in û demeke pir dirêj em mijûl kirin. Jiyaneke ku ew qas kesan biçûk dixîne, wî ti tişt dihesibîne talûkekar e. Yan jin heyînên pir ketîne û divê wisa bên pênase kirin, yan jî ger ne wisabin wê demê divê ji wan re mafê wan bên dayîn. Dema em tên roja me ya îro, van şoreşan hîn zêdetir jin anîne rewşeke ku nayên nasîn, ew hîn zêdetir anîna asta herî jêrtir û ew anîne rewşeke ku nayên naskirin. Wisa ku çi nemeye em jî vê rastiyê xwezayî pêşwazî bikin. Tê gotin “Ji xwe tişta ku jê re tê gotin jin, vê yekê heq dike”.  Dema em şoreşeke cidî ya civakî dihizirin, aşkereye ku divê em pirsyarên weke “gelo wisa ye, an ne wisa ye?”  li xwe bikin. Ma gelo jin pespayeke (alçak) ku ev heq kiriye? Na! Ger ne wisa be wê demê çawa ew kirine vê rewşê? Ger ev rewş ne ji ber mercên xwezayî, ji ber mercên civakî be, ev kîjan mercên civakî ne? Ger ev karekî pêvajoya dîrokî be, ev dîrokeke çawa ye? Ger pirsgirêka rizgariya civakekê be, divê ev rizgariya civak çawa bê hizirîn, divê bernameyeke azadî û rizgariyê çawa bê çêkirin? Ji vê wêdetir, divê rixistin û çalekiya vê çawa bê pêşxistin? Heya em ji van pirsyaran re bersiv nedin, em nikarin behsa hevoka şoreş û têkiliya azadiyê bikin.

Me got “şoreşeke ku jin tevlî nebe, nikare serkeve” û ev rast e. Lê hun dê çawa jinê bixin nava şoreş ê? Ma hun dê weke koleyekê, an jî weke koleyeke ku girêdayî kole ye, bixin nava şoreş ê? Ji ber tevahî jinên ku têne nava refên me refên me girtîne, xwe bi partiya me ve girtine. Ma rêxistineke ku ew qas girêdayîn tê de heye, dê çawa bibe rêxistina azadiyê, jinên ku azadiyê dixwazin dê çawa azadiyê bidestxin? Zimanê jinê azadiyê dixwaze, lê têkiliya wê têkiliya koletiyê ye. Di vir de durûtî heye û ev nakokiyeke xerîb e. Ji ber vê min pêwîstiya kûrkirina tehlîlan hîs kir.

Em li dijî bihevrebûnên (birliktelik) jin-zilam in. Her cûreya bihevrebûn, ger berjewendiyên şoreşê li ber çavan digire, dikare bê hizirandin. Lê me dît, tevahî têkiliyên ku dibin navê bihevrebûnê hatine pêş xistin li ser seran bûne bela. Ev bihevrebûn têra tasfiyekirina partiyê dike. Ger şexsiyetek neyê tehlîl kirin û neyê zelal kirin dikare bi bêvînatiya xwe ve partiyekê tasfiye bike. Di jineke ku di gotinê de azadiyê dixwaze lê di kirdariyê de koleye de, em devjê berdin bila ji bo xwe azadiyê qezenc bike, dibe bi lafazantiya xwe, seranserî û xapandina xwe bixe nava partiya me de; dema ev serxist û bi vê girêdaniyê ve tevlî nava partiya me bû dê wê demê jiyaneke kolebûye, asta têkiliyên di nava partiyê de yên ji azadiyê dûr û mîlîtaniyeke windakirî derkeve holê. Rêxistinên din hinekê jî ji ber vê sedemê winda kirin e. Di asteke girîng de girêdaniyên di têkiliyan de û lewaziya asta azadiyê him rêxistin û him jî ew bi xwe birine nava winda kirinê.

Wê demê şêwaza têkiliya azad dê çibe, çawa be? Ev, bi rewa kirina şêwaza malbata kevnar ve çênabe. Di civakê de dema jin û lawik gihiştin bîst saliyê lihev dikin û dizewicin. Ev, ji bo wan çareseriyek e. Di vê wateyê de malbata kevneşopî, piştevaniya herî mezin a mêtingeriyê û çavkaniya herî bikok a pirsgirêka ye. Faşîzma 12 Îlonê jî hîndî jê hat ev belav kir. Zewac weke têkiliya herî koledar ferz kir. Ji ber pirsgirêkên malbatî wisa li civaka Kurd kir ku nikaribe serê xwe ji ber van pirsgirêkan rake. Gelek kesên ku hatine nava me jî, ji vê nexweşiyê paya xwe girtine. Hema hema her kes di vê mijarê de nizane dê çi bike û çawa bijî, xwe bi gotina “Em azadî dixwazin, têkiliya azad dixwazin” ve têr dibînin. Ma dê hizir, şêwaz û uslûba wî/wê, girêdana wî/wê ya bi nirxan ve, girêdana wan ya bi rastiya şer û partiyê ve, heta girêdana wan ya bi welatpariziyê ve çawa be? Heya nirxandinên di vê hêlê de pêşnexîne, nikare ji pêşerojekê re gaveke yek mîlîm jî biavêje. Ji hewesan re derî vekirî hiştin, têra tunekirina partiyê dike. Têra dike ku dibin navê şoreşgeriyê de, bi têşeyên têkiliyên ku ji têkiliyên civakî jî dûr, hevdû tunebikin. Madem civak ew qas xirapker e, dixîne û koledarkar e, madem nêzîkatiyên di nava rêxistinê de eynika vê civakê ye, wê demê ya rast çî ye? Tehlîlên jin û malbat bi vê armancê ve hate pêşxistin û ev pir bi kok hate dest girtin. Me jî weke tehlîla olekî, netewekî, şerekî, tehlîla jin pêşxist. Ev ne karekî wisaye ku bi hestên erzan û bi heveseke sivik ve bê destgirtin û biçe serkeftinê. Bi gotina “Ez pir hez ji te dikim, me lihevkir û me têkilî danîn” ve tucar nêzîkatiyeke cîdî nayê pêşxistin û çareserî nayê dîtin. Di inkargeriyeke ku dibêje “Ez a niha te nahizir im”, an jî nêzîkatiyeke derbazdar a dibêje “Şoreş e, em dixwazin em wisa îdare bikin” de jî aliyekî azadger tune ye. Wê demê rastî dê çawa bê dîtin?  Divê hêlê de tehlîl xwedî watene. Em ji tiştên rast re an jî ji xalên ku bên ecibandin re vekirîbûnan tînin. Tecrûbeyên ku hatine jiyîn dide nîşan ku ev rast e.

Ger tê xwestin ku di têkiliyên jin-zilam de astek bê afirandin, pijandin, cîdiyet, wekhevî, azadî, hezkirin, rêz, hêz û asteke ku zû bi zû pê nayê lîstin bê afirandin, berya her tiştî beyî ku mirov bikeve pey hest û ajoyên erzan, berya her tiştî em neçarin fêm bikin ku ka em di pîvanên hevalanetiyê de ji yekitiyê re hene an nînin. Herçend ez di vê mijarê de xwedî israr bim jî, bi gelemperî tevahî hevalên me dibêjin “Em biçekê feodal bimînin, em bandorên eşîr û malbat bijîn, em bandora Kemalîzmê bijîn; ola me, mezheba me, zayenda me û esla me em fêrkirine vê, exlaq û kevneşopiya me em wisa mezin kirine”. Yekser ev tevahî nayên derbaz kirin, lê ger hun ji van tevahiyan gazincan dikin û hun wêdatirê vê dixwazin, divê hun bizanibin tiştên kevin derbaz bikin. Ji ber yên ku gazincan dikin, di zoratiyê de mane û teşeya têkiliyên hîn pêşketî dixwazin hun in. Wê demê hun çima xwe ji pêwîstiyên van re narazînin? Ango hun çima xwe nagihînin pîvanên mîlîtaniyê? Berya her tiştî şoreş, hevalenetî, rêxistin, şerê artêş, welatparêzî û têkiliyên partiyê tên. Encex ji wê şûndatir wateya hevokên weke tu çi qas bedewî, çi qas evîndarî, tu çi qas xwedî hestî, tu çi qas hêjayî, hêjayî bin.

Tevî em tevahiya van destnîşan dikin jî, nirxandinên giştî xwedî nêzîkatiyên erzan in, dixîne, dihilweşîne, fetisînok in, biçûk dixînîn, axager in û koledar in. Ne xwe pêş xistina têkiliya rast têkoşînê dixwaze. Ango ne şêwaza têkiliya hêsan e. Ji lewra hevalanetî şerê herî berfireh û zêde îfade dike. Tevî ez hatime vî temenê xwe, ez di van têkiliyan de narevim hêsanbûn û seranserbûn ê. Ango şêwaza têkiliya kevnarî, inkarger û seranser ne têkiliyeke ku ez jê re giramî (îtîbar) didim, ez giramî nadim. Ez şêwaza şoreşger, hevalanetiyê diceribînim. Ev şêwazeke pir zor e, lê rêdixe, partî bûnê pêş dixîne û dide şer kirin, di vê wateyê de xweşik dike, dide hezkirin. Nexwe ev şêwaz girîng e. Di vê wateyê de Rêbertî tehlîlger e. Ev, hêz dixwaze, ya herî girîng jî ji bo hêz hewil dixwaze û ez vê jî bi tecrûbeyên salan re dikim yek û vê pêk tînim. Encam, keça gundî ya ku heya duhû jî nedikarî gotinekê jî bêje, îro bêtirs, bi tena serê xwe derdikeve serê çiyan. Di wateya wesfî (nitelik) û çandahî (nicelik) ji zilaman zêdetir, bi hezaran keçik tevlî şoreşê dibin. Ne xwe ez erzan nêzîk nebûme, ji şêwaza kevneşopî û inkargeriyê ti şûn nîne. Ji ber vê sedemê eleqe zêde ye, tevlîbûneke pir cîdî heye, mirinê didin berçavên xwe. Bi hezaran weke îfadeya sembola neradestbûnê, bi bombeyan xwe perçe dikin. Ev nêzîkatiyeke pir mezin e. Divê em baş çareser bikin ku ev çima wisa ye. Ji bo çiye ev tevlîbûna ji têkoşînê re, tevahî tiştên xwe danîna holê? Divê mirov nirx bide vê. Ger miroveke/î jiyana xwe danîbe holê, ger derketina wê ji jina kole re reaksiyoneke, divê hun baş li ser vê bisekinin. Hun dê ji bê perwerdehiya wê re, ji bê bername bûna wê re û ji bê rêxistin bûna wê re bibin çare.

Keç û lawikekê gundî pir zêde rêzê nizane; bi zimanê kevneşopiyê ve dikarin yek du hevokan bêjin. Ev ji hevdu re pir biyanî ne. Nikarin du hevokan bînin gel hev û bipeyvin. Tucar nikarin bihevrebûneke bi tendûrist bihizirin. Bi nêzîkatiyeke çors a zeyendî ve, herî zêde dikarin bêjin ‘bûna yek’. Kesekî ku di nava şoreşê de bilind bûye, li jiyaneke siyasal, civakî û çandî digere, çawa dikare xwe terkî vê çorsbûnê bike? Ma di wateyekê de şoreş nederbazkirina vê çorsbûnê, vê nêzîkatiya gundîtî ye?

RÊBER APO

Parvekirinê wek vê

Şirovekê binivîsê

Close
Close